Stasyona 150 hezar donim zevî av dide, ket xizmet

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê stasyona Sebha "Kenala avdanê ya Xabûr" ku 150 hezar donim zevî li gundewarê rojhilat av dide, xist xizmetê.

Stasyona avdanê ya Sebha yan jî "Kenala Xabûr" ya li gundewarên rojhilatê Dêrazorê di dema dagirkirina komên çete de ziyan dîtibû û alavên wê hatibûn dizîn. Di encamê de satasyona ku 150 hezar donim zevî av dida ji xizmetê derketibû.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê piştî rizgarkirina herêmên ji aliyê QSD‘ê ve û di çarçoveyê xebatên ji nû ve avakirinê de îro bi merasîmekê ku endamên saziyên sivîl, rûspiyên herêmê, Fermandarên QSD‘ê beşdar bibûn stasyon dîsa xist xizmetê.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif "Piştî serkeftina me ya li hemberî terorê di bargeha wan a dawî de, me soz da xwe ku şêniyên xwe ku em ê jiyanê xweş bikin. Di vê çarçoveyeê de yek ji xebatên me yên girîng ji nû ve xebitandina stasyona bû."

Endama Meclisa Gel a Bisêra Îsra Sulan jî axivî, anî ziman ku ev stasyon dê sûdê bide bi hezaran kesî.

ANHA


Mijarên Din