Stasyonek ku avê dide 75 gundan hat vekirin

Girînendeya Giştî ya Avê ya Kantona Hesekê bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeya Holê stasyona zelalkirina avê li taxa Xerbî ya navçeyê vekir. Stasyon xizmeta 75 gundan dike.

Li ser banga şêniyên navçeya Holê ji bo peydakirina ava vexwarinê, Girînendeya Giştî ya Avê ya Kantona Hesekê bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeyê stasyona zelalkirina avê li taxa Xerbî ya navçeyê vekir. Stasyon, avê dighîne 75 gundên girêdayî navçeyê.

Rêvebera girînendeyê Sozdar Ehmed diya kir ku, lêçûna vê projeyê derket 20 milyo L. S û anî ziman kustasyon, ava zelal dide bi dehan gundên girêdayî navçeyê.

Hevserokê Komîteya Şaredarî û Hawirdorê Ebdulxefûr Oso jî ev proje li şêniyan pîroz kir û got ku projeyên wan ji bo xizmeta welatiyan hene.

Bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeyê, şirîta vekirina stasyonê ji aliyê xwişka şehîd Rîmas Şilal, Emîna ve hate qutkirin.

ANHA


Mijarên Din