Stasyonên paqijkirinê da ku ava vexwarinê bigihînin gundewarên Hesekê

Meclisa kantona Hesekê bi rêya mûdîriyet û komîteyên xwe hewl didin pêşketina asta xizmetguzariyê ji şêniyan re, dabînkirina pêdiviyên jiyanê û ava vexwarinê, bi pêş de bibin. Lewre gelek projeyên dabînkirina ava vexwarinê û avakirina stasyonên paqijkirina avê li gelek hêrêmên kantonê, peyda kirin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, komên çete herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya herî dawiyê jî çeteyên DAIŞ’ê ku hovîtirîn kiryarên terorî, dizî, wêrankirin pêk anîne, êrîş û desthilatî dikir. Ji nav wan kiryaran, wêrankirina gelek stasyonên paqijkirina avê li kantona Hesekê û dizîna piranî alavên wan bûn. ji lewre pêdivî hebû ku stasiyonên paqikirina ava vexwarinê bê vekirin. Ji ber ev herêm pirsgirêka tunebûna avê dikişand.

Di vê çarçoveyê de Meclisa kantona Hesekê bi rêya mûdîriyet û komîteyên xwe xizmetguzarî ji şêniyên kantonê re pêşkêş dike. Ew jî li gorî derfet û alavên heyî ye. Her wiha stasyonên paqikirina ava vexwarinê li Hol û çiyayê Kizwanê hatin vekirin. Niha jî xebata vekirina 2 stasyonan li Erîşa û Deşîşê tê kirin.

Ava navçeya Holê bi kêrî vexwarinê nedihat ji ber ava kibrîtê bû. Navçeyê ava xwe bi rêya stasyonên girêdayî bajarê Hesekê peyda dikir. Di encama kiryarên terorîst û bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê ji wêrankirinê, ev stasyon ji xebatê derketin û ji wê jî zêdetir hilweşîna torên avê bi aweyekî giştî di navçeya Holê de.

Piştî şêniyên kantona Hesekê daxwazên xwe pêşkêşî meclisê kirin ku avê ji şênî û gundewarên girêdayî wê re peyda bikin, îro Mûdîriyeta Giştî ya Avê stasyona paqijkirina ava vexwarinê ya navçeya Holê ji zêdetirî 75 gund bi serjimariya 30’î hezar mirov, bi lêçûna 25 milyon lîre û sîstema xebatê 8 saet in, vekir. Av bi rêya sitêran li şêniyan bê pere tê belavkirin.

Lê ji bo çiyayê Kizwanê teybetmendiyeke xwe cuda heye ku rêya wê çiyayî ye û gihandina sitêran di zivistanê de dijwar e. Ji lewre Mûdîriyetê Giştî ya Avê dît ku vekirina stasyona paqijkirina avê çereya tekan e ku pêdiviya şêniyan a ava vexwarinê, bê vekirin.

Stasiyona ku hatiye vekirin,  têra nêzî 20 gund anku bi serjimariya 15 hezar mirov dike, bi lêçûna 25 milyon lîreya sûrî hate çêkirin. Av bi rêya sitêran tê belavkirin û sîstema xebitandina stasyonê di rojê de 9 saet in.

Lê ji ber sûdwariya mezin a van stasyonan Meclisa kantona Hesekê xebata vekirina 2 stasiyon dîtir li gundên Erîşa û Deşîşê da ku xizmetî 32 hezar mirov li Erîşa û 30’î hezarî jî li Deşîşa bike. Lêçûna wan jî 23 milyon lîre ye. Her wiha karîna xebatê li van stasiyonan 6 m3 di saetekê de ye.

Di vê derbarê de ajansa me ANHA’yê li gel rêberiya Mûdîriyeta Giştî ya Avê Sozdar Ehmed re hevpeyvînek çêkir û wiha got: "Vekirina van stasyonan ji ber xizantiya herêmê ji avê û hatina giliyên şêniyan re ye. Ji lewre gelek stasyonên paqijkirina avê hatin vekirin. Ev jî çareya tekan e ku pêwîstiya şêniyan a avê bê dabînkirin."

Sozdar Ehmed wiha domand: "Em weke Mûdîriyeta Giştî ya Avê li kantona Hesekê soz didin şêniyan ku avê bigihînin wan û hemû pêdiviyan li gor derfetên heyî da ku av bigihêje her malek li kantonê, peyda bikin."

(fr)

ANHA 


Mijarên Din