Îstixbarata dewleta Tirk serdana baregeha Watiyê ya Lîbyayê kir

Di demekê de ku aliyên navneteweyî têkildarî rewşa Lîbyayê banga destpêkirina diyalogan û agirbesta di navbera aliyên de dikin, dewleta Tirk hîn jî destwerdana kar û barê Lîbyayê dike, li dijî artêşa Lîbyayê piştgiriya hikumeta Wîfaqê dike û îstixbarata xwe dişîne baregeha Watiyeyê.

Li gorî rapora Pentagonê ya hefteya derbasbûyî, raporên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SHOR) û artêşa Lîbyayê, dewleta Tirk dev ji dosyaya Lîbyayê bernade û çeteyan dişîne Lîbyayê.

Roja sêşema derbasbûyî piştî artêşa Lîbyayê diyar kir ku Enqere çeteyên ji derveyî Sûriyê jî dişîne Lîbyayê, vê sibe Erebiye Net ragihand ku tîmeke îstixbarata dewleta Tirk ji Tirkiyê yekser çû baregeha hewayî ya Watiyeyê.

Çavkaniyan parve kir ku armanca serdana tîma îstixbarata Tirk nehat zanîn û piştî çend saetan li baregehê, tîma îstixbaratê vegeriya Tirkiyê.

(eh)


Mijarên Din