Saziya Îstixbarat û Lêpirsînên Federal a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerînendetiyên îstixbaratê yên polîsên federal a Wezareta Karên Hundirîn li qezaya Dibis a parêzgeha Kerkûkê operasyoneke îstixbaratê pêk aniye.
Saziyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan 2 qaîdeyên avêtina moşekan, gelek çek û 6 moşekên navîn desteser kirine û daxuyand ku li gundê El-Sedra yê girêdayî parêzeha Dibis, alavên leşkerî yên ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê dîtine.
(cx)