Îstixbarata Tirkiyê ji bo têkbirina aramiya herêmê rêbazên qirêjî bi kar tîne

Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) hemû rê û rêbazan bi kar tîne da ku ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bike, şêniyan qetil bike û bi vî şeklî herêmê dike hedef. Ji bo vê jî şêniyan bi pere bi aliyê xwe ve dikişînin û wan li şantajê dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka şoreşa Rojava ve hewl dide di herêmê de tevliheviyê çêke û bi hincetên cuda gelên herêmê bîne beramberî hev da ku nehêle sîstemeke demokratîk ava bibe.

Ji bo van armancên xwe pêk bîne komên çete yên wekî El-Qaîde, DAIŞ, El-Nusra, gelek komên ku bi xwe ava kirine, dîsa kesên ku bi pere kirine sîxur bi kar anîn da ku bi hemû rê û rêbazan êrîşî herêmê bike. Li aliyekî dagirkerî, talan, dizî, fihûş, hişbir di nava civakê de bi pêş dixe, li aliyê din bi destê sîxûrên xwe kesên navdar dikuje da ku di nava civakê de bêbawerî û tevliheviyê bide avakirin.

Endamê MSD’ê û endamê Meclisa Reqayê Omer Elûş di sala 2017’dan de û hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê Merwan Fitêyih di Kanûna 2018’de bi destê sîxurên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ku yekser ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatibûn erkdarkirin hatin qetilkirin.

Piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, îstîxbarata Tirkiyê bi rêya nas an xizmên kesên li herêmên dagirkirî yan jî malbatên wan ên li Tirkiyê şêniyiên herêmê dike leşker û ajanên MÎT'ê.

KOÇBERÊN Lİ TİRKİYÊ Jİ BO AJANAN PEYDA BİKİN TÊN BİKARANÎN

Ciwanê bi navê Ferhan Ebdo Yetîm bi rêya sîxuran ketiye nav xefik û lîstokên îstixbarata Tirkiyê.

Ferhan Ebdo Yetîm ji Serêkaniyê ye, piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 9'ê Cotmeha 2019'an ên li ser Serêkaniyê dest pê kirin, bi malbata xwe re koçberî bajarê Til Temirê dibe û ji wir jî koçî bajarê Hesekê dike.

Yetîm bi rêya kesê bi navê Feyad têkilî bi sîxurê MÎT’ê Elaa Mihemed Nezîm re daniye û li gorî ku dibêje ew jî kurê xalê Ferhan e. Berê jî dewleta Tirk a dagirker bavê Elaa Mihemed Nezîm wek muxtarê taxeke bajarê Serêkaniyê erkdar kiriye.

ÇAWANIYA LEŞKERKIRINÊ

Yetîm dibêje: “pêwendiyê min bi Nezîm hebû. Sedema ku ez venegeriyam serêkaniyê çeteyên dewleta tirk bûn. Ji berk u wan ji min kesên malbata min dixwestin.” 

Sîxur Elaa Mihemed Nezîm, rewşa Ferhan Ebdo Nezîm ji bo xwe wek derfet dibine û sozê hin derfetan û pereyan didine wî ji bo ku vegere Serêkaniyê, da ku ji bo berjewendiyên MÎT’ê ajantiyê bike. Her wiha Elaa jî re dibêje, “Şaneyên me li herêmên Şedadê û Hesekê hene. Heke erka me daye te tû pêk bînî emê tev li wan şaneyan bikin.”

Li gorî Ferhan Ebdo Yetîm, Elaa Mihemed Nezîm ji hêla MÎT’a Tirkiyê ve hatiye erkdarkirin da ku têkiliyê bi endamên saziyan û şervanên QSD’ê re yên ji pêkhateyên Ereb ên ji Serêkaniyê û Til Temirê re deyne ku bibin sîxur.

Sîxur Elaa Mihemed Nezîm di dengekî qeydkirî li ser Whatsappê ku ji Ferhan Ebdo Yetîm re şandiye, piştrast dike ku hedefa sereke endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn in û divê nêzî hêzên hikumeta Sûriyê nebin.

Erka Ferhan Ebdo Yetîm, divê sehrîceke Şaredariya Gel a Til Temirê bişewitîne, dîmen û wêneyên wê ji Elaa Mihemed Nezîm re bişîne. Lê di dema hewldana Ferhan Ebdo Yetîm a pêkanîna erkê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew girt.

CİH Û BAREGEHÊN LEŞKERÎ HATİN ŞOPANDİN Û AGAHÎ Jİ MIT'Ê RE HATİN ŞANDİN

Girêdayî heman armancê, MÎT'ê, bi rêya kesên bi navê Haris El-Begar ê ji gundê Cedîdet El-Begara yê Dêrazorê,  Abdullah Îbrahîm Nûman kirine leşker. Abdullah Îbrahîm Nûman bi birayekî xwe li navçeyeke herêma Cizîrê di karên înşatan de karkerbûye. El-Begar endamekî "Artêşa Azad" bûye, piştre tev li DAIŞ'ê bûye û di şer de birîndar bûye. Li ser vê wî dibin Tirkiyê da ku were tedawîkirin. Niha li Tirkiyê wekî ajanê MIT'ê kar dike. Nûman dibêje: "Haris ji min xwest ku ez bi pereyan wêne û dîmenên dever û baregehên leşkerî yên navçeya Amûdê bikişînim û ji wan re bişînim. Min jî ev erk pêk anî."

Piştî demeke kurt, çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Ridwan El-Sadûn ji gundê Deşîşa yê girêdayê navçeya Mergeda ya kantona Hesekê pêwendî pê re çêdike. Çete El-Sadûn piştî têkçûna DAIŞ li herêmê diçe Tirkiyê û ji bo MIT'ê kar dike.

Çete Ridwan ji Nûman dixwaze ku li bi pereyan agahiyan bidin wan. Li ser vê Nûman dibêje: "Piştî ku Ridwan peywendî bi min re çêkir, min wêne û dîmenê hin cihan kişand û jê re şand."

Kesekî din bi navê Mamûn Ebû Huzeyfa ku îmamê mizgefata gundê Deşîşa bû û ajanekî çeteyên DAIŞ'ê bû têkilî bi Nûman re daniye. Piştî çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çû, çete Ebû Huzeyfa diçe Tirkiyê û ji Îbrahîm dixwaze ku li beramberî pereyan agahî û wêneyan jê re bişîne.

Saziyên ewlehî di encamên şopandinê de Abdullah Îbrahîm Nûman girtin. Nûman di mikurhatinên xwe de eşkere kir ku wî dîmen û wêneyên deveran dikişand û ji MIT'ê re şandiye.

ANHA


Mijarên Din