Suryanên herêma Cizîrê daxuyaniya Dêra Ortodoks a Stenbolê red kir

Partî, sazî, komele û hêzên Suryan û Asûrî yên li herêma Cizîrê daxuyaniya Dêra Suryanan a Ortodoks a li Stenbolê red kir ku bi îdiaya parastina Suryanan li herêmê, destekê dide êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku sînorekî ji rejîma dîktator a Tirk re deynin ku gefan li ewlehiya herêmê dixwe.

Partiya Yekitiya Suryan, Melisa Leşkerî ya Suryan, Yekitiya Jinên Suryan, Hêzên Parastina Suryan-Sotoro, Komeleya Çandî ya Suryanan, Hêzên Jinên Beyt Nehrên, Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû û Meclisên Malbatên Şehîdên Suryan û Asuriyan daxuyaniyek da û tê de daxuyaniyên Dêra Suryanan a Ortodoks a Stenbolê red kirin ku piştgirî dida gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêj rejîma Tirkiyê bi hemû rêbazan ji bo êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, hewldana afirandina îdiayan dike û sivîl û rêxistinan bi kar tîne, fîşarê li çend hikumet û saziyên dike, her wiha li hundirê Tirkiyê muxalifan bê deng dike, çapemenî û rojnamevanan digire û rêbazên din ên ku dûrî rewabûnê ne, bi kar tîne.

Niha jî em ji saziya Weqf a dêra Suryanên ortodoks a li Stenbolê ku bi daxuyaniyekê bi îdiaya parastina Suryanên li herêmê, destekê dide êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê. Ev jî bi tu awayan nayê pejirandin û ji saziyên olî yên Suryanan re ne rast e, nexasim ku berevajî banga keşe û keşeyê Dêra Suryanan aOrtodoks a Cîhanê Mar Îgantiyos Efram ê duyem ku dagirkeriya xaka Sûriyê ji hemû aliyan ve red dike. Daxuyaniya ne ji rêzê ji aliyê berdevkê serokatiya Tirkiyê ve hate bikaranîn ku îdiaya ku komên Suryan nunertiya gelên Suryan dikin û banga destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê û Amerîkayê dikin, da ku parastina Suryanan bikin.  

Tirkiye xwe dispêre aliyên dijberiya gelê Suryan dikin ku dijberî vîneke azad in, bêyî armanc û bangên mafên gelan in, tenê ji bo serweriya xwe dixebitin. Ji ber vê yekê tenê fikirîna der barê ku dê Tirkiye dawî li Suryanên li Sûriyê bîne, biçûkkirin û heqareta li ser gelê me ye. Ev jî bêyî ku em ji bîr bikin ku dewleta Tirk di sed salên dawîn de der heqê dêran de komkujî pêk anîn û rê li pêşiya avakirina dêran girt.

Beşdariya Erdogan a ji çêkirina hîmê dêra nû ya li Stenbolê, di vê boneyê de daxuyaniyên êrîşkariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û daxuyaniyên têkildarî girtina dêrên li Stenbolê, êdî têrê dike ku mirov tê bigihîje ku hikumeta Tirk ji dêrê daxwaza ragihandina daxuyaniyê kiriye. Lê me tu carî nebihîstiye ku Tirkiyê hewldana çareseriya doza xwe kiriye û mafên xwe bi dest xistine, ev jî nîşana komployên nû yên der heqê gelê me de ye û piştî van binpêkirinên mafên mirovan, destûr û demokrasiyê ne pêkan e ku bawerî pê were.

Li ser vî esasî ji destpêka komkujiya salên 1914-1915`an û heta îro hikumeta Tirkiyê xwe dispêre mîrateyên gelê me, ev têrê dike em nas bikin ku Tirkiye dixwaze gelê me ji welatê xwe koç bike û bi vî awayî biryar û planên berê yên wekî guhartina demografiya herêmê pêk bîne, ji berdêla ku Tirkiye siyasetên texrîbkarî bi kar bîne û gelê me û doza gelê me wek hevpeymanan bi kar bîne. Em banga îtîrafa bi komkujiya Sîver dikin û hebûna gelê Suryan ên li welatê wê, her wiha îtîrafa bi destûrî ya mafan dikin. 

Dubare em dibêjin na ji komên tenê nûnertiya xwe dikin ku desteka xwe ji siyasetên qirker werdigirin, her wiha bikaranîna saziyên gelê me ji aliyê kê dibe bila bibe, bi vî awayî red dikin û banga danîna sînorekî ji van tevgerên bifikar re dikin.

Di heman demê de destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin, ji ber ku heke bibe jî dê ji hemû gelên herêmê re bobelat be. Rejîma Tirkiyê bi serkêşiya AKP`ê hewldana destwerdana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û derbeyê li projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêmê bixe. Di heman demê de hewldana têkbirina ewlehiya li herêmê dike û afirandina şerê gel dike.

Li ser vî esasî em ji parastina xwe û projeya xwe re amade ne, her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, civaka navdewletî û DYA`yê dikin ku sînorekî ji rejîma dîktator re deynin, rê nedin wêrankirina Sûriyê û çareseriya siyasî û demokratîk ji doza Sûriyê re bibînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din