​​​​​​​Şêwazên Tirkiyê gelek in û armanc yek e: guhertina demografiya herêmên dagirkirî yên Sûriyê ye

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca guhartina demografiya herêmên bakur rojhilat û bakur rojavayê Sûriyê yên dagirkirî gelek rêbazan dimeşîne. Ev gav armanca Tirkiyê ya avakirina partiyên Turkmen nîşan dide.

Artêşa Tirk ji 2016`an ve parçeyên ji xaka Sûriyê dagir kiriye û bi rêya êrişên li dijî şêniyên herêmê hewl dide demografiya wan herêman bigherîne. Tevî serjimarî û raporên gelek saziyên hiqûqî yên cîhanî ku siyaset, armanc û binpêkirinên Tirkiyê eşkere dike jî, lê belê civaka navnetewyî bêdengiya xwe diparêze.

KOÇBERKIRINA ŞÊNIYÊN RESEN Û BICIHKIRINA MALBATÊN ÇETEYAN

Li gorî serjimariyan, li herêmên Şehbayê; Bab, Sefîrê, Ezaz, Cerablus, Minbicê û gundewarên wan zêdetirî 900 hezar welatiyên Kurd, Ereb, Turkmen û Çerkes bi cih dibûn.

Lê belê piştî dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Cerablus, Bab, Ezaz û Sifîrê re bi hezaran sivîl nexasim welatiyên Kurd û yên li dijî siyaseta dewleta Tirk, bi darê zorê hatin koçberkirin û tenê hejmareke kêm ji şêniyên resen li herêmên xwe man.

Meclisa Kantona Şehbayê diyar kir ku dewleta Tirk zêdetirî 230 gund dagir kir, zêdetirî 52 gundên bajarên Cerablus, Raî û herêmên Babê bi temamî hilweşand û sivîlên wan koçber kir.

Têkildarî mijarê, endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mihmed El-Ehmed ê ji bajarê Babê, wiha da zanîn: "Artêşa Tirk bi zanabûn demografiya herêmên Şehba yên dagirkirî diguherîne. Koçberên ji Xûta û Humisê li malên şêniyên resen bi cih dike. Niha piraniya kesên li Babê bi cih bûne, ji derve hatine."

Mafnasê bi navê Îmad Dawûd jî wiha dibêje: "Ji destpêka dagirkirina herêmên Şehbayê ve artêşa Tirk li dijî dijberên siyaseta Osmaniyan, bi rêya kuştin, revandina bi destê komên çeteyên ku fermandariyên wan Turkmen in, siyaseta qirkirinê meşand."

Îmad Dawûd piştrast kir ku malbatên koçber bûne ji ber siyaseta dewleta Tirk û bicihkirina malbatên çeteyan ên ji Dêrazorê, Xûta, Hema û Helebê koçber bûn. Dewleta Tirk malbatên çeteyan anî û li kampên wekî  "Terhîn, Kiêba û Qibasîn" û cihên niştecihêbûnê yên ku bi piştgiriya Qatarê li çatrêya gundê Sosyanê ava kiriye de, bi cih kirin.

Li gorî Dewleta Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, piştî dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de, dewleta Tirk zêdetirî 300 hezar sivîl bi darê zorê koçber kir û bi hezaran malbatên çeteyan û koçberên ji Xûta û gundewarên wê, Humis, Heleb, Hema û Idlibê di malên şêniyên Efrînê de bi cih kirin.

Navenda Belgekirina Sivîl a Penaberên Filistînê yên li Bakurê Sûriyê diyar kir ku artêşa Tirk zêdetirî 500 malbatên Filistînî li gundê Dêrbelût û navenda bajarê Efrînê bi cih kir.

Piştî ku hikumeta Sûriyê oparasyoneke leşkerî li Idlibê dest pê kir, artêşa Tirk û çeteyên wê zêdetirî 200 hezar şêniyên Idlibê anîn û li Efrînê bi cih kirin.

Artêşa dagirker her wiha piştî êrişa 9`ê Cotmeha 2019`an li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî zêdetirî 250 hezar sivîl ji her du bajarên navborî bi darê zorê koçber kir.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk zêdetirî 2 hezar û 500 malbatên çeteyan li Serêkaniyê û zêdetirî hezar û 500 malbat jî li Girê Spî bi cih kir.

JI BO GUHERTINA NASNAMEYA PÊKHATEYÊN, PARTIYÊN TURKMEN AVA KIR

Mafnas Îmad Dawûd bi lêv kir ku dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe li herêmên dagirkiriye mayînd bike û tiştê ku sedsala borî li Lîwa Iskenderon pêk anî dixwaze di pêşerojê de heman tiştî li wan herêman jî pêk bîne. Niha jî nasnameya hin eşîrên Kurdan diguhere û îdia dike ku ev eşîr Turkumen in, ji wan eşîra Qereh keç û Reşwan. Dewleta Tirk her wiha bi rêya çeteyên Turkmen ên wek Komeleya Turkmen û Komeleya Kurdên Serbixwe ku xwe wekî Kurd nîşan dide lê girêdayî Tirkiyê ye, hewl dide ku partiyên siyasî yên Turkmen ava bike.

Bi mijarê ve girêdayî endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mihmed Ehmed amaje pê kir ku artêşa Tirk bizanebûn herêmên dagirkirî dike Tirkumen û hewl dide xelkê îqna bike ku ew bi eslên xwe Tirkumen in, lewma nifûsa şêniyan çêdike û tê de isbat dike ku ev nifûs li dema hikumê Osmaniyan vedigere.Li gel vê yekê dewleta Tirk hewl dide partiyên Tirkumen ava bikin û li nava gundên Kurdan bigerin, siyaseta tirkîtiyê bidin meşandin û hejariya şêniyan keysbaz bikin.

SIYASETA TIRKKIRINÊ BERDEWAM E

Ji dema dagirkirina Tirkiyê ji bajar û herêmên bakur rojhilat û bakur rojavayê Sûriyê ve, bi rêya ferzkirina siyasetên Tirkkirinê demografiya wan herêman hat guhertin.

Dewleta Tirk a dagirker navên gund û bajarokên Efrînê û herêmên Şehbayê guhert. Her wiha navê bajarê Raî yê li bakurê Helebê kir"Çoban Bay" û navê çiyayê Aqîl kir "Polat Bayrak".

Di heman demê de navên qad, kolan û baxçeyan guhert û bi navên Tirkî-Osmanî hatin binavkirin. Navê baxçeyekî li Ezazê ku ji beriya 100 salî ve heye, kir "El-Uma El-Osmaniyê" û ala Tirkiyê li ser daliqand û hevokên bi Tirkî li ser nivîsî.

Îstixbarata Tirkiyê burcên peywendiyên Sûriyê rakirin û li şûna wan ên Tirkiyê danîn, her wiha li şûna pereyên Sûriyê bikaranîna pereyên Tirkiyê ferz kir û saziyên herêmî yên leşkerî û îstixbaratî yên girêdayî xwe ava kir.

Di vê çarçoveyê de, mafnas Îmad Dawûd wiha axivî: "Îro, piştî çend salan ji dagirkirina artêşa Tirk ji herêmên me re hîn jî siyaseta Tirkkirinê berdewam e. Ziman Tirkî hatiye ferzkirin û li ser hemû avahî, saziyên perwerdeyê û saziyên olî ala Tirkiyê tê daçikandin. Armanc ji vê yekê ew e ku pêkhateyên herêmê bi projeya xwe ya Osmanî îqna bike, ji lewra ciwanan wekî çeteyan bi çek dike û wan dişîne Lîbyayê."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan ji kanala fermî ya hikumetê TRT`ê re eşkere kir ku Tirkiyê dixwaze bi melyon kesî li herêmên ku hewl dide di bin navê "herêma ewle" de li bakurê Sûriyê dagir bike, bi cih bike.

Erdogan îşaret pê kir ku ew hewl didin ku 530 hezar kesî li herêma di navbera Dêrikê û Serêkaniyê de û 405 hezar kesî li herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de, bi cih bike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê Mezlûm Ebdî bi tiwîttekê bersiva daxuyaniya Erdogan da û got: "Rûsya û Amerîkayê berpirsên qedexekirina guhartina demografiya herêmên dagirkirî ne. Em bang li wan dikin ku bi erka xwe rabin û ji bo vegera şêniyên resen ji herêmên wan re makanîzmeyekê deynin."

Mezlûm Ebdî wiha lê zêde kir: "Daxuyaniya serokkomarê Tirk a bicihkirina meylon kesî di navbera bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de tiştekî pir xeter e û armanc jê bicihkirina biyaniyan li van bajaran e."

QANÛNA NAVNETEWEYÎ VAN KIRYARAN QEDEXE DIKE

Siyaseta dewleta Tirk a dagirker rêgez û pîvanên têkildarî dagirkeriyê yên madeya 42`an a lîsteya Lahay (1907) û madeya duyem a hevbeş a lihevkirinên Cinêvê ya 1949`an ku hemû rengên binpêkirinên di dema dagirkeriyê de qedexe dike, binpê dike.

Her wiha biryara hejmar (2265) ku di dewreya 35`mîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî NY`yî de hate ragihandin, hemû rêbazên destwedanê heta ya ji bo karên mirovî jî qedexe dike û tenê rê dide destwerdanên bi destûra Meclisa Ewlekariya ya NY`yî. Dewleta Tirk beyî ku NY`yê erê bike bajarê Cerablusê dagir kir paşê herêmên Şehbayê yên wek Ezaz, Bab û Sifêra di 24`ê Tebaxa 2016`an de dagir kir, her wiha di 18`ê Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kir û di 9`ê Cotmeha 2019`an de jî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.

Li gorî her du madeyên 39 û 51`an ên NY`yî, aliyên dagirkerî pêk anie rastî lêpirsînê tên.

Lîsteya Lahayê amaje bi parastina mal û milkên sivîlan û qedexekirina koçberkirina komî yan jî kiryarên êşkenceyê dike, her wiha rê li pêşiya guhartina demgrafiyê yan jî rakirina qanûnên herêmî dike, ji ber ku dagirkerî rewşeke demkî ye. Lê belê artêşa Tirk bi vê yekê têr nebû û ji Nîsana sala par de dest bi avakirina dîwarê çemento yên li derdorê Efrînê kiriye. her wiha li aliyê rojavayê bajarê Girê Spî ji Çileya îsal ve dest bi lêkirina dîwar kiriye, da ku erdên Efrînê û Girê Spî ji Sûriyê qut bike.

Têkildarî mijarê Îmad Dawûd da zanîn ku hemû kiryarên dewleta Tirk li pêşberî çavên civaka navdewletî, Îran, Rûsya û dewleta Sûriyê pêk tên bêyî ku dengê xwe derxin. Lewra divê civaka navneteweyî û dewletên Ereban li hemberî dewleta Tirk û dagirkirina xaka Sûriyê bêdeng nemînin, zextê bikin û Tirkiyê ji herêmên ku dagir kiriye derxin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ewlehiya Tirkiyê û Sûriyê dixe xeteriyê de û rê li pêşiya zindîbûna DAIŞ`ê û rêxistinên terorîst vedike. Di heman demê divê şêniyan vegerînin gund û bajarên wan ên dagirkirî.

Mafnas Îmad Dawûd bang li dewleta Sûriyê kir ku ji bin bandora siyasetên hêzên herêmî û navdewletî derkeve û bi Rêveberiya Xweser re diyalogan pêş bixe, da ku hemû pêkhateyên Sûriyê ji armancên dewletên herêmî û navdewletî xelas bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din