Şêwirmendê serokê hikumeta Ozbekistanê serdana Bakur û Rojhilê Sûriyê kir

Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser îro pêşwaziya şêwirmendê serokê Ozbekistanê Mahruddin Khaira Deneov kir û her du aliyan behsa dosyayên têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmê û bandorên êrişên dewleta Tirk kir.

Şêwirmendê serokê hikumeta Ozbekistanê û balyozê Ozbekistanê yê berê yê Rûsyayê Mahruddin Khaira Deneov, serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hevserokê daîreyê Abdulkerîm Umer, cîgirê wî Fener Giêt û endama Desteya Rêveberiyê Sena Deham û Hiner Bîjo pêşwaziya şandeyê kir.

Her du aliyan behsa rewşa Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet kir. Di heman demê de her du aliyan di civîna ku li Daîreya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişlo li dar ket, piştrast kir ku divê aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî were çareserkirin.

Abdulkerîm Umer behsa rewşa mirovî û lojîstîk a ku ji ber dorpêça hatiye ferzkirin, herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê pê re rû bi rû dimîne, her wiha behsa girtina dergeha Til Koçerê kir, ku li gorî vetoya rûsî û çînî dergeh hatiye girtin û bandorên Qanûna Qeyser li ser rewşa aborî  kirin.

Her duyan îşaret pê kir ku divê civaka navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabe, alîkariyên mirovî bigihîne herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê, ji bo têkoşîna vîrusa koronayê pêwîstiyên tenduristî pêşkêş bikin.

Di civînê de herdu aliyan behsa êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser şêniyên Bakur û Rojhilê Sûriyê kirin û sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, ji wan sûcên qetilkirin, revandin, dizî û wêrankirinê.

Di heman demê de, di civînê de behsa trajediya koçberên bi darê zorê ji malên xwe derketin û li kampên Bakur û Rojhilê Sûriyê bi cih bûne û dosya malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên kampên Roj û Holê hate kirin.

Şandeya derve û ya Rêveriya Xweser di dawiyê de piştrast kir ku divê têkiliyên di navbera her du aliyên de xurttir bibe.

Tê payîn ku şandya Ozbekistanê serdana hin saziyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din