Şêwirmendê Trump: Hevalbendiya me bi QSD’ê re stratejîk e

Endamê meclisa şêwirmend a serokê Amerîkayê Dunald Trump Gabriel Soma diyar kir ku Amerîka stratejiya xwe li Sûriyê li ser esasê lawazkirina Rûsya û Îranê ava kiriye û piştrast kir ku hevalbendiya wan bi QSD`ê re stratejîk e.

 Der barê aloziyê li Rojhilata Navîn ku kûrtir dibe û berjewendiyên navdewletî  û herêmî, Ajansa ANHA`yê bi endamê mecilsa şêwirmend a  serokê Amerîkayê Dunald Trump û Profesorê qanûna navnetewyî Gabriel Soma re hevpeyvînek çêkir. Soma hebûna leşkerî ya artêşên gelek dewletan li Sûriyê, binpêkirina biryarên navneteweyî, armanca Amerîka ji mayîna li Sûriyê, kirîna  Tirkiyê ya sîstema S-400 a Rûsyayê, çarenûsa hebûna Amerîkayê li Iraqê, pêşeroja têkiliyê bi Îranê re û gelek mijarên din nirxand.

Hevpeyvîn wiha ye:

Amerîka dibêje ku ew dixwaze aloziya Sûriyê bi çereseriyên siyasî yên li gorî biryara NY`yê û Meclisa Ewlehiyê ya hejmar 2254`an, bi dawî bike. Lê belê li gel hebûna arêtşên gelek dewletan ku xwedî ajandeyên cuda li Sûriyê ne, dê ev alozî çawa bê bidawîkirin?

Biryareke Meclisa Ewlehiyê ku tekeziya biserwerî, serxwebûn, yekitî û ewlehiya herêmî ya Sûriyê dike, heye. Lewra hebûna gelek arêtşên biyanî li erdê Sûriyê di dema heyî de bi biryara Meclisa Ewlehiyê 2254 re li hev nayê. Di dema niha de El-Esed piştgiriyê ji Rûsya û Îranê digire û Amerîka jî dixwaze her du aliyan têk bibe.

Amerîka stratejiya xwe li ser lawazkirina Rûsya û Îranê ava dike. Îro, em dibînin ku Îran hejmareke hêzên xwe ji Sûriyê vekişand. Ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji pirsgirêka Sûriyê re, têkiliyên Rûsyayê jî bi hikumeta Sûriyê re ne baş in. Bi rastî jî, hebûna van hêzên biyanî di dema niha de, biryara Meclisa Ewlehiyê ya  2254`an, bin pê dike.

Amerîka di aliyê leşkerî de hevkariyê bi Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) re dike û di şerê li dijî DAIŞ`ê de hevkar in, lê belê di aliyê siyasî de piştgiriya herêmê nake. Sedemên wê yekê çi ne û çi li pêşiya pêkanîna wê yekê asteng in?

Hebûna hêzên Amerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê ji bo sedemek bû, ew jî hebûna DAIŞ`ê ye. Di dema niha de, 500 leşkerên Amerîkî li kêleka hêzên herêmî yên hevalbend li herêmê belav dibin û heta niha em li wir in ji bo piştgirî bidin operasyonên li dijî DAIŞ`yên mayî.

Rêveberiya Trump hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya pir kêm hilbijart, tenê ji bo têkbirina DAIŞ’ê û piştevaniya çalakiyên leşkerî yên dewletên dîtir bi rêbazên cuda. DYA’yê ji destpêka şerê navxweyî ya 2011’an ve li dijî serokê Sûriyê Beşar El-Esed e, her wiha piştevaniya komên li dijî El-Esed di wê demê de kir, piştre jî piştevaniya hêzên bi serkêşiya Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Gelo pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel gefên DAIŞ û dewleta Tirkiyê tevî hebûna Amerîkayê li wir çi ye?

Heta ku hêzên Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, texmîn nakim ku dê zirar bigihîne hevalbendên me, serokê Amerîkayê biryar da ku hêzên Amerîkayê li Rojhilatê Sûriyê bihêle ku parastina herêmê û bîrên petrolê ji DAIŞ’ê bike. Her wiha sedema hebûna Amerîkayê DAIŞ e, ne ji DAIŞ’ê bûya dê DYA’yê hêzên xwe neşandibûya.

Petrol hêmana sereke ya şerê li dijî DAIŞ’ê ye, ji ber petrola Sûriyê di destê DAIŞ’ê de bû û difirot dewletên dîtir û aborî qezen dikir. Ji lew re serok Trump dibîne ku pêwîst e parastina petrolê bê kirin, heke em bixwazin DAIŞ’ê tune bikin û nehêlin vegere Sûriyê, ji lew re em li wir hene. hevalbendiya Amerîka û QSD’ê hevalbendiyeke stratejîk e û ji bo tunekirina DAIŞ’ê ye.

Di vê dawiyê de nûnerê taybet James Jeffrey daxuyaniyên pêwîst der barê derketina tevahî hêzan ji Sûriyê ji bilî Rûsya dan, dê çawa ev hêz bên derxistin bi taybet dewleta Tirkiyê ku piştevaniya Cebhet El-Nusra dike, gelo helwesta Amerîka ji piştevaniya Tirkiyê ya ji El-Nusrayê re çi ye? niha nîqaş li ser peymana Amerîka-Rûsya der heqê çareseriya aloziya Sûriyê de heye, gelo bi rastî ev lihevkirin hene, an jî siyaseta Amerîkayê ya nû li herêmê heye û çi ye?

HIN PIRSGIRÊK DI NAVBERA RÛSYA Û EL-ESED DE HENE Û EL-ESDE LI SER PÊŞNIYARAN YÊN ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN NE RAZÎ YE

Li gel Rûsya tu deriyek ji bo çareserkirina ji pirsgirêkên bi El-Esed re tune ne, diyar e ku hin pirsgirêkên di navbera Rûsya û El-Esed de di çareserkirina gelek pirsgirêkên siyasî de hene û El-Esed li ser pêşniyarên Rûsya yên çareserkirina pirsgirêkên siyasî ne razî ye.

Erka me çareserkirina pirsgirêkê ji hêla NY’yê li gorî biryara 2254 e û divê Rûsya dûrî El-Esed û Îranê be û vê yekê jî Rûsya baş dizane.

Di van demên dawîn de hin vekişînên hêzên bi serkêşiya Îranê hene, hin vekişîn jî tektîkî ne ji ber niha şer nakin, lê belê hin sedemeke din heye ku pere li Îranê kêm e. James Jeffrey di vê dawiyê daxuyand ku DYA’yê hevkariya Tirkiyê di garantiya ewlehiya Idlibê dike û dibe nekeve destê hêzên El-Esed. Li gorî James Jeffrey gotiye DYA’yê bi Tirkiyê re li ser komîteya destûrê û çareya siyasî dixebite, li gorî James Jeffrey hedefa dawîn a Amerîkayê mîna hedefa Tirkiyê ye û her wiha Enqere jî Îranê wekî gef ji xwe re dibîne.

Di navbera hevalbenda DYA’yê ya NATO’yê(Tirkiyê) û Rûsyayê hevkariyeke li Sûriyê heye û Tirkiyê moşekên Rûsyayê yên S-400’î kirîn ku bandorê li balafirên F-35’an a Amerîkayê dikin, gelo pêşeroja têkiliya Amerîka û Tirkiyê re heke sîstema S-400’î ya Rûsyayê aktîf kir çi ye?

Têkildarî kirina Tirkiyê ya sîstema moşekên S-400’î ya Rûsyayê, ev pirsgirêkeke hê di nîqaşa her du welatan de ye. Ev moşek dijberî hebûna balafirên Amerîkayê yên F-35’an e. Her wiha wek hûn dizanin DYA’yê piştî dewleta Tirk girêbesta S-400’î ya Rûsyayê bi dawî kir ji bernameya F-35’an derxist. Em bi tundî li dijberî kirîna Tirkiyê ya moşekên Rûsyayê ne û DYA’yê dibîne ku ev yek li dijî vîna Tirkiyê ya kirîna balafirên Amerîkayê yên F-35’an e, ji aliyê xwe ve jî dewleta Tirk vê mijarê dispêre serweriya dewleta Tirkiyê di biryarên xwe de.

Dema nîqaş li ser aloziya Sûriyê tê kirin ne pêkan e li rûdanên li dewletên derdor mîna Iraqê pêk tên dûr binêrin, her wiha ji aliyê vekişîna hêzên Amerîkayê ji wir, vekişîna sîstema Patriotê ji Erebistana Siûdiyê, gelo tişta ku dibe guhartina stratejiya Amerîkayê li Rojhilata Navîn e û li ser çi esasî ev stratejî tê kirin?

Erebistana Siûdiyê wek tê zanîn ji destpêka salên 30’yê ji sedsala 20’an de hevalbendiya DYA’yê ye, her wiha vekişîna sîstema Patriotê ji Erebistana Siûdiyê di vê dawiyê de bi biryara ji serok Trump de pêk hat, ew jî bi sedema derengmayîna Erebistana Siûdiyê di kêmkirina derxistina petrolê de ye. Her wiha zêdebûna derxistina petrolê li Erebistana Siûdiyê zirarên mezin li sûka petrolê ya Amerîkayê ye, bi sed hezaran ji amerîkiyên ku li zeviyên petrolê yên Amerîkayê dixebitin di gefên zirarkirina erkên xwe de ne heke bihaya petrolê kêm ma. Ji lew re divêyabû fişar li hikumeta Erebistana Siûdiyê bihata kirin ku derxistina petrolê kêm bike da ku biha bilind bibe, niha jî tê dîtin ku hêdî hêdî biha bilind dibe.

Ji ber kuştina Suleymanî û El-Muhendis di destpêka îsal de nakokiyên Amerîka û Îranê zêde bûn, vê jî bandoreke mezin li rewşa siyasî ya li Iraq û hebûna Amerîkayê ya li wir kir, gelo dê rêveberiya Trump agirbestê bi Îranê re bi nêzbûna dema hilbijartinên Amerîkayê re çêke yan jî dê rewş aloztir bibe?

Hebûna hêzên Amerîkayê di dema niha de pir girîng e, ji ber hejmareke mezin ji hêzên Heşid El-Şebî yên alîgirê Îranê ku bûye parçeyek ji rejîma leşkerî ya Iraqê, lê di rastiyê de ew parçeya ji milîsan piştevaniya malî, perwerdekirin û çekan ji Îranê werdigere û bi fermana fermandariya leşkerî ya Îranê ne Iraqê tev digere. Ji lewre ev rêxistin gefan li ewlehiya Iraqê û ewlehiya hêzên me yên li Iraqê dixwin. Di meha pêş a Hizîranê de dê dan û standinên DYA’yê û Iraqê yên girêdayî lihevkirina stratejî ya 2008’an de pêk werin. Ev lihevkirin der barê têkiliyên siyasî, dîplomasî, bazirganî, darayî, enerjî, aliyên dozgerî, pêkanîna qanûn û xizmetguzariyan in...her wiha lihevkirina ewlehiyê di navbera me û Iraqê de jî heye. Lihevkirina ewlehiyê girêdayî hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ye. Ev tevahî mijar dê di meha bê de dema her du şandeyên Amerîka û Iraqê çarenûsa lihevkirinên di navbera her du welatan de nîqaş bikin dê bibin mijarên lêkolînê. Di heman demê de hikumeta nû ya Iraqê heye ku baweriya parlamento û DYA’yê ku li kêlek serokê vê hikumetê sekiniye, wergirt, her wiha hêvî dike ku sozdayînên xwe yên kêmkirina çekan di destê hêzên leşkerî û dûrxistina van milîsan ji rejîma leşkerî ya Iraqê de pêk bîne.

Di destpêkê de kuştina Suleymanî di encama agahiyên istîxbaratê de ku hatin destnîşakirin ku dê kiryarên dijberê DYA’yê pêk bianiyana, weke tê zanîn Suleymanî berpirsê teqînên ku li nêzî alavên leşkerî yên Amerîkayê di dema hebûna wê li Iraqê de ji 2003’yan ve ye, ew teqîn bûn sedema kuştina zêdetirî 600 leşkerên Amerîkayê. Her wiha jî Suleymanî her tim nakokî li dewletên Ereb mîna Lubnan, Sûriyê, Yemen û Iraqê çêdikir, ji lewre serok Trump dît ku pêwîst Suleyman beriya karekî leşkerî li dijî hêzên Amerîkayê dike were tunekirin. Rast e Suleymanî bi alîkariya balafirên Amerîkayê û DYA’yê û teknîka istîxbaratê karî DAIŞ li Iraqê têk bibira, lê belê gelo ev tê wateya ku DYA’yê agirbesteke bi Îranê re der barê hilbijartinên pêş de pêk bîne, ez texmîn nakim. Ji ber cezayên aborî yên tund li dijî Îranê zirarên mezin di aboriya Îranê de çêkirin, mînak fînansekirina biyanî li Îranê hat bidawîkirin,  derçûnên petrolê hatin derbekirin, cezayên Amerîkayê nahêlin dewlet û şîrketên biyanî dan û standinê bi Îranê re bikin, cezayan qeydên li dijî beşa aboriya Îranê tund kirin û rejîma Îranê ji çavkaniya sereke ya qûta xwe ku petrol e mehrûm kir. Her wiha sendoqa petrolê texmîn dike ku aboriya Îranê sifir e.

Bi Koronavîrus û kêmbûna bihaya petrolê re aboriya Îranê di rewşeke cemidandinê de ye. Ji lewre tu pêdiviya dan û standinê bi Îranê re tune ye, heke Îranê kiryarên xwe yên dijminatî li herêmê sekinandin û çêkirina nukleerê rawestand wê demê dan û standin bi Îranê re pêkan e û dîtina lihevkirinekê ji bilî ya ku serokê Trump di Gulana 2018’an de bi dawî kiriye, lê belê hin ihtîmalên zêdekirina cezayên aborî li dijî Îranê hene. Ji lewre divê çêkirina nukeelerî û moşekan rawestîne, her wiha divê kiryarên xwe yên dijminatî li Rojhilata Navîn jî rawestîne.

Di dawiyê de pirsgirêkek nû li Deryaya Spî  derket, ew jî vekolandina dewleta Tirk li herêma Qubirsê ya aborî ye, her wiha îmzekirina lihevkirina nexşekirina sînorê deryayî bi hikumeta El-Sîrac li Lîbyayê ye ku hêzên ereb ên aktîf mîna Misir û Îmaratê dijberî wê ne, gelo Amerîka çawa li van bûyeran dinêre?

Der barê vekolandina li ser petrolê di Deryaya Spî, weke hûn dizanin nakokî di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de li ser mafên vekolandinê ji bo petrol û gazê hene, bi wê re jî xwediyên berjewendiyên herêmî mîna Misir, Îsraîl û Yewnanistanê ber bi vê nakokiyê ve dikişîne.

Herêma Deryaya Spî di dema niha de herêmeke germ e bi keşifkirinên mezin ên Qubirs, Îsraîl û Misirê re. Di van salên dawîn de Tirkiyê bi israr e para xwe ji vê enerjiya Deryaya Spî, li rex wê jî YE’yê mijara ferzkirina cezayan li dijî Tirkiyê lêkolîn dike, heke bike yan na.

Li DYA’yê em dixwazin nakokiya li wê herêmê kêm bibe, ewlehî û aştî li wir çêbibe, DYA’yê ne dahatoyek ji bo petrolê ye. Beriya Koronavîrusê DYA’yê petrol derdixist derve, berhema zêdetirî ya Erebistana Siûdiyê ye, her wiha zêdetirî ya Rûsyayê ye jî.

Li gorî YE’yê ew naxwaze vekolandina petrol û gazê çêbibe, ji ber ew dibîne ji bo hawîrdorê ne baş e, lê belê petrolê ji dewletên dîtir dikire, ev jî nakok e, lê di rastiyê de ev li Ewropa pêk tê.

(fr-cx)

ANHA


Mijarên Din