​​​​​​​Şêwirmendekî qanûnî: Darizadina çeteyên DAIŞ`ê êdî pêwîstiyeke girîng e

Şêwirmendê qanûnî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer Muşrif got: “Avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê, pêwîstiyeke girîng e. Dê ev dadgeh serkeftineke siyasî li serkeftina  leşkerî ku QSD`ê li dijî DAIŞ`ê pêk aniye, zêde bike.”

Piştî bangawaziyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên avakirina  dadegeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê, hin nûçeyan behsa niyeta Koalîsyona Navneteweyî ya avakirina wê dadgehê kir. Ev yek wekî  hewldaneke bidawîkirina yek ji dozên sereke yên girêdayî DAIŞ`ê, pêk tê. Ji ber ku di girtîgehên Rêveberiya  Xweser de zêdetirî 12 hezar çeteyên girtî yên ji nasnameyên biyanî û Erebî yên cuda hene.

Şêwirmendê qanûnî yê Rêveberiya  Xwerserr a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer Muşrif di derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî.

Muşrif girîngiya avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina  çeteyên DAIŞ`ê nirxand û got: “QSD`ê gelek bangawazî li civaka navneteweyî û aliyên navdewletî yên têkildarî vê mijarê kir. Mijara avakirina "dadgehê", mijareke navneteweyî ye, xeteriya van çeteyan ku nayê zanîn kengî derkeve  holê, dûr dixe. Ev "bombeya nayê zanîn kengî biteqe" ne. Çeteyan gelek caran bi rêya îsyana li girtîgehan hewl dan vê bombeyê biteqînin. Lê belê hişyarbûna hêzên QSD`ê û têkbirina wê îsyanê di dema guncew de, rê li pêşiya wê yekê girt û keraseteke mezin ku dê bi revîna fermandar û endamên çeteyan pêk hatibe, taloq kir.”

Enwer Muşrif wiha axaftina xwe berdewam kir: "Revîna wan çeteyan dê keraseteke mezin bi xwe re bîne ku dê ne tenê herêmên çete lê ne, dê hemû cîhan tehdît bikin.”

‘AVAKIRINA DADGEHEK NAVNETEWÎ DÊ SERKEFTINEK SIYASÎ LI SERKEFTINÊN QSD’Ê ZÊDE BIKE’

Muşrif desntîşan kir ku avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmên Rêveberiya Xweser, îtirafeke navneteweyî bi vê rêveberiyê ye û wiha pêde çû: “Dê piraniya dadvanên vê dadgeha  navneteweyî ji herêmê bin û dê çavdêriyeke zagonî ya navneteweyî li ser rêveçûna kar û barên dadgehê hebe.

Muşrif wiha diyar kir: "Avakirina dadgehê dê fedekariyên hêzên QSD`ê û fedekariyên 11 hezar şehîd û zêdetirî 25 hezar birîndar, careke din raxe pêş çavan."

Şêwirmendê qanûnî yê Rêveberiya Xweser wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dadgeh dê serkeftineke din li serkeftinên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk ku li dijî çeteyên DAIŞ`ê qezenç kiriye, zêde bike. Ew serkeftina dîrokî ku li Kobanê dest pê kir û li Baxozê bi tunekirina cihê herî dawî yê çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû."

Hêjayî gotinê ye ku, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di raporeke xwe de tekez kir ku bi hebûna bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bêyî planeke navneteweyî ya veguhestin û darizandina wan, erka Koalîsyona Navneteweyî rastî xeteriyên cidî tê.

(cx)

ANHA


Mijarên Din