Şêx Alî: Dagirkirina Tirkiyê li Efrînê di aliyê qanûnî û exlaqî de ketî ye

Mihyedîn Şêx Alî diyar kir ku dagirkirina Tirkiyê li herêmên Efrîn, Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê di aliyên qaûnî, gelêrî û exlaqî de ketî ye û anî ziman ku Tirkiyê li pêşiya vedîtina çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê astengiyek e.

Artêşa Tirk a dagirker di demên dawîn de dest bi lêkirina dîwara parçebûnê li dora bajarê Efrîna dagirkirî, kir. Tirkiyê ji lêkirina dîwarê armanc dike ku Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li erdnîgariya xwe bike û bi vê mebestê malên şêniyê Efrînê yên hildiweşîne.

Girêdayî vê mijarê sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê(Yekitî) Mihyedîn Şêx Alî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê ji navçeya Şêrawayê ya girêdayî kantona Efrînê dest bi lêkirina dîwar kiriye. Dîwar ji gundê Cilbirê heya gundê Kîmarê dirêj dibe. Şêx Alî wiha domand: "Bi texmîna min dagirkeriya Tirk dê di çarçoveya qonaxek duyem de  ya lêkirina dîwarê bidomîne. Yanî ji Keleha Semanê heya gundê Basofanê li ser sînorên Idlibê."

Şêx Alî destnîşan kir ku Tirkiyê ji lêkirina dîwarê armanc dike ku rêya di navbera Heleb û Efrînê de qut bike û got: "Siyaseta dewleta Tirk piştî zêdetirî salekê ji dagirkirina Efrînê, nehatiye guhertin."

Şêx Alî di nav gotinên xwe de anî ziman ku siyaseta Tirkiyê li Sûriyê siyaseta dagirkirinê ye bi taybet li herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê û Efrînê, ji ber ku Efrîn herêmek Kurdî ye.

 ‘Armanc şikandina vîna gelê ku li Şehbayê li ber xwe dide ye‘

Mihyedîn Şêx Alî bal kişand ku armanca bingehîn a lêkirina dîwarê, qirkirina nasnameya Kurdî ya Efrînê ye, guhertina demografiya wê, têkbirina vîna gelê ku li Şehbayê berxwe dide ye û got: "Dîsa jî dixwaze gelê Efrînê yên li Şehbayê bidin iqnakirin ku Efrîn hate dagirkirin û êdî Tirkiyê jê dernakeve. Lê rastî ew e ku Tirkiyê di dawiyê de dê derkeve û dê vegere sînorên xwe."

 ‘Dagirkirina Tirkiyê li Efrînê di aliyê qanûnî, exlaqî û gelerî de ketî ye‘

Di berdewama gotinên xwe de Şêx Alî diyar kir ku dagirkirina Tirkiyê li Efrînê di aliyê qanûnî, exlaqî û gelerî de ketî ye û destnîşan kir ku Tirkiyê di van 8 salên aloziyê de rolek neyînî li herêmê dilîze.

Şêx Alî diyar kir ku ji mafê tevahiya rêxistin û partiyên Sûrî bi taybet partiyê Kurd e ku dengê xwe bilind bikin û siyasetên dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet dagirkirina Efrînê şermezar bikin û li dijî wê tê bikoşin.

 ‘Efrîn ne Lîwa Îskenderon e‘

Şêx Alî di berdewama axaftinên xwe de anî ziman ku Tirkiyê li pêşiya vedîtina çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re astengiyek e û got "Heya ku Efrîn dagirkirî bimîne çareserî ne pêkan e."

Şêx Alî wiha pê de çû: "Eger Tirkiyê ji Efrîn û Bakurê Sûriyê heya sînorên xwe yên navdewletî venekişe, aloziya Sûriyê çareser nabe. Bi derketina Tirkiyê re em dikarin bêjin ku alozî çareser dibe."

Şêx Alî bal kişand ku Efrîn ne Lîwa Îskenderon e û got: "Îro vîna gelê Kurd heye. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî vînek xurt in û ji bo rizgarkirina Efrînê çalakiyên xwe yên civakî, siyasî û leşkerî didomînin. Li gorî qanûnên navdewletî ev çalakî mafekî rewa ye."

Di dawiyê de sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Sûriyê Yekitî Mihyedîn Şêx Alî bang li tevahiya partiyên Sûrî û Kurd ên welatparêz kir ku piştgiriya şêniyên Efrîn ên berxwedêr, QSD û tevahiya hêzên ku hewl didin Efrînê ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin, bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din