Şêx Alî: MSD`ê civaka Sûrî lihev civand

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Mihîdîn Şêx Alî destnîşan kir ku Komxebata Êlên Sûriyê gavek ji bo şiyarkirina gelê Sûriyê bû. Şêx Alî got: “Ji civaka navdewletî û hêzên navdewletî re diyar kir ku çareseriya Sûriyê li Sûriyê pêkane û MSD`ê civaka Sûrî li hev civand.”

Di 3`yê Gulanê de Komxebata Êlên Sûriyê bi sponseriya MSD`ê bi tevlibûna nûnerên 70 êlên Sûriyê li dar ket. Di komxebatê de geşedanên dawîn ên herêmê û rola êlan di vê pêvajoyê de hatin nîqaşkirin.

Girêdayî mijarê sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Mihîdîn Şêx Alî ji ajansa me re axivî.

Şêx Alî destnîşan kir ku piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê û piştî ku veguherî aloziyekê, yekemîn komxebat di 3`yê Gulana 2019`an de li Eyn Îsayê li dar ket. Şêx Elî got: “Êlên Sûriyê ji 14 parêzgehên Sûriyê yên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman, Êzidî, Misluman, Elewî û Ismaîlî di bin sîwana MSD`ê de beşdarî komxebatê bûn. Girîngiya komxebatê ji vir tê. Ji ber wê ew cihê rêzdariya tevahiya gelê Sûriyê ye."

Şêx Alî destnîşan kir ku lidarketina komxebatê mîna şiyariyekirinê ji gelê Sûriyê re bû û got: “Komxebatê ji civaka navdewletî û hêzên navdewletî re diyar kir ku çareseriya aloziyê li Sûriyê pêkane.”

‘Komxebatê tevahiya çînên civaka Sûrî li hev civand’

Girêdayî girîngiya lidarketina komxebatê Şêx Alî wiha axivî: “Ji mafê MSD`ê ye ku mîna van civînan lidar bixe û tevahî pêkhate û çînên civaka Sûriyê li hev bicivîne. Ji ber ku MSD sîwana siyasî ya QSD`ê ye. QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê tune kir û li tevahiya cîhanê deng veda. Êdî bi têkoşîn û hêza xwe tê naskirin.”

Şêx Alî got: “Komxebata li Eyn Îsayê ne li dijî kesekî ye. Ne li dijî Rûsya, Tirkiyê û ne jî rejîma Sûriyê ye. Komxebat ji bo pêkhateyên gelê Sûriyê werin ba hev, hev du nas bikin û nêrînên hev du guhdar bikin lidar ket."

Şêx Alî diyar kir ku divê komxebatên wî awayî li Heleb, Hims, Reqa û Şamê pêk werin û wiha pê de çÛ: “Da ku rê li pêşiya çareseriya aloziyê bi destê gelê Sûriyê veke. Divê rejîma Sûriyê rê li pêşiya darketina komxebatên mîna van negire û asteng neke."

‘Tu bandora daxuyaniyên Rûsya û Tirkiyê nebûn’

Şêx Alî destnîşan kir ku ev ne cara yekê ye ku rejîma Sûriyê beşdarên mîna van civînan bi parçebûnê tewanbar dike û wiha got: “Ji ber ku civîn bi sponseriya MSD`ê û bi tevlibûna Kurdan lidar ket. Rejîmê beşdar bi parçebûnê tewanbar kirin. Partiya Baas û AKP`ê li ku derê Kurdan bibîne bi parçebûnê tewanbar dike."

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Mihîdîn Şêx Alî diyar kir ku tewanbariyên rejîma Sûriyê û Tirkiyê li ser gelê Kurd ne rastin û wiha domand: “Rastî ew e ku gelê Kurd banga biratî û jiyana hevpar bi tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê re dike."

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Mihîdîn Şêx Alî di dawiya hevpeyvînê de ev tişt anî ziman: "Rûsyayê di encama lihevkirinên wê de bi Tirkiyê re di bin sîwana civînên Astana û Soçiyê de daxuyaniyên neyinî da. Daxuyaniyên neyinî yên Rûsya, Tirkiyê û rejîma Sûriyê tu bandor li şêniyên herêmê nake. Gelê herêmê piştgiriya komxebata ku li Eyn Îsayê li darketiye kirin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din