Şêx Baqî: Encama serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk ne li gorî texmînên Erdogan bû

Sekretere giştî yê PDK-S’ê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku encama serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Hulusî Akar ne li gor texmînên Erdogan derketiye ku dîsa dest bi gefan kir û got “Heya dawiyê dê hewldanên pêkanîna plana demkî ji Efrînê heya Endîwerê û Şengalê pêk bînin.”

Wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar li Bexda û Hewlerê hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinan serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan gefa "Dibe ku şevekê em ji nişka ve bên" xwar û li ser Kobanê û Til Rifetê bombebaran çêbûn.  

Beriya 2 rojan (23 Çile) gelek çavkanî ji ANHA'yê re axivîn û destnîşan kiribû ku dewleta Tirk xwe amade dike ku di heman demê de êrişî Şengal û Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Çavkaniyan diyar kiribû ku dê ev êriş di nava 10 rojên pêş de pêk bên.

Sekretere giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDK-S) Cemal Şêx Baqî der barê êrişên hovane yên dewleta Tirk, encama serdana wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar, gefên Erdogan de ji ANHA’yê re axivî. 

PLANA DAGIRKERAN A DEMKÎ: JI EFRÎNÊ HEYA ENDÎWER Û ŞENGALÊ

Şêx Baqî der barê çûyîna wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar de diyar kir ku pêngavên ku dewleta Tirk diavêje, ne tesadufî ne û got: “Bi rengekî nediyar ji nişka ve Hulusî Akar çû Bexda û Hewlêrê . Ev piştî ku ew hewldanên germ ên ji bo dorpêçkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, peymana Şengalê ya ku di navbera Kazîmî û PDK`ê de pêk hat ku nerazîbûn li dijî wê çêbûn. Xwestin bibêjin `ger Kazimî nikare vê rêkeftinê bi rê ve bibe, em ê wek dewleta Tirk hewldanan bikin.` Hewldanên wan çi ne? Heke bikare dê ji serê Efrînê heya Endîwerê, ji wir jî heya Şengalê, sînorên navdewletî dagir bike. Armanc dorpêçkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

HEWL DIDIN SÎNORÊN NAVNETEWEYÎ JI RÊVEBERIYA XWESER RE NEHÊLIN’

Şêx Baqî got hewl didin Rêveberiya Xweser neçar bikin ku plana Rûsya-hikumeta Şamê-Tirkiyê qebûl bike û wiha berdewam kir: “Ev tê wê wateyê ku encamên civînên Astanayê li Rêveberiya Xweser ferz bikin. Ev armanca demkî ye, ya kûr dûdirêjtir e. Bi hinceta ku bi rengekî hebûna xwe li Şengalê peyda bike ku di pêşerojê de bigihijê sînorê Misakî Mîllî.”

Şêx Baqî bal kişand ser dan û standinên di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de û got: “Rûs dixwazin di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de lihevkirin çêbe. Ji ber ku hinek tiştên hevbeş di navbera wan de hene.Dewleta Tirk dixwaze rêveberiya herêmê tune bike, hikumeta Şamê jî dixwaze rêveberiyê bixe bin bandor û deshilata xwe. Ev hewldan bi navbeynkariya Rûsyayê pêk tê. Armanca ji vê çi ye; karta fi destê dewleta Tirk de dijberiya Sûriyê ya îtîlafê bû. Ev kart jî hêdî hêdî pûç dibe. Erdogan jî beriya ku yekcar ew kart pûç bibe û tu wate jê re nemîne, dixwaze bazareke nû li ser bike. Bazara wî jî lihevkirina li ser hin tiştan bi hikumeta Şamê re ye ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin. Ev hewldanên Tirkan ên dorpêçkirin, qelskirina Rêveberiya Xweser û qutkirina wê ji Kurdistanê bi giştî, hev temam dikin.”

Têkildarî encamên serdana wezîrê parastinê ya dewleta Tirk Şêx Baqî destnîşan kir ku ne li gorî texmînên Erdogan derketine û wiha pê de çû: “Erdogan di vê rewşa navdewletî de nikare êrişeke wiha berfireh pêk bîne, lê hewldanên wan hene. Beriya ku rêvberiya nû ya Amerîkayê kar û barê xwe bi rê ve bibe, ew dixwaze rewşeke nû çêke, tiştekî nû deyne pêşiya Amerîkayê û neçar bike. Siyaseta Amerîkayê ya nû tiştan ji Erdogan re wekî ku Trump derbas dikir, wê derbas neke.”

‘BÊ ENCAM DERKETIN Û DÎSA DEST BI GEFAN KIRIN’

Şêx Baqî diyar kir ku ger dewleta Tirk bi Kazimî re li hev bike jî, ev têrê nake û got: “Li Iraqê 3 serok hene; parlemento, serokatiya dewletê û serokatiya hikumetê. Serokatiya hikumetê li Iraqê ne her tişt e. Ev tê wê wateyê ku Hulusî Akar li Bexdayê bi tu encamê derneketiye. Ji ber vê Erdogan van gefan dixwe. Wek fişarekê li ser hikumeta Bexdayê û aliyên li ser siyasî dike ku lihevkirinê qebûl bikin. Dewleta Tirk jî dizane tenê hevbendiya wê bi PDK’ê re têrê nake ku Şengalê dagir bike. Alîkarî ji hikumeta navbendî ya Bexdayê jî pêwîst e.”

‘PEYAMA ERDOGAN JI BOMBEBARANÊ ‘EZ DIKARIM’ E’

Piştî gefan dewleta Tirk a dagirker li gelek cihan wekî Kobanê, Til Rifet û Başûrê Kurdistanê bombebaran pêk anîn û sivîl kirin hedef. Der barê van bûyeran de Şêx Baqî got: “Bi van bombebaran û qetilkirina sivîlan dixwaze bibêje `ez dikarim.` Di vê dema teng de hewldanan dike.  Helwesta Bexdayê û ya navdewletî jê re ne alîkar e, heye ku Kazimî alîkar be lê dê têrê neke. PDK û Erdogan tenê êrişî Şengalê bikin dê ev girêdana hikumeta Başûrê Kurdistanê û Bexdayê bigihîje çi? Jixwe di rewşeke aloz de ye. Ji ber wê Erdogan dê vê derfetê bi dest nexe. Lê dê dîsa baregehên xwe yên leşkerî zêde bike û cihê xwe li Başûr mayînde bike û dorpêçê berfirehtir bike.”

ANHA


Mijarên Din