Şêx Ehmed Hemo: Tirkiye li Sûriyê dewleteke dagirker e û divê jê derkeve

Hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê ya herêma Firatê Şêx Ehmed Hemo got gelê Sûriyê û raya giştî ya cîhanê dizane ku dewleta Tirk dewleteke dagirker li Sûriyê ye û her wiha bal kişand ser ku divê xebat ji bo derxistina wê ji Sûriyê bê kirin.

Şêx Ehmed Hemo têkildarî mijarê wiha got: "Gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê êdî dizane ku heyîna dewleta Tirk li xaka Sûriyê dagirkerî ye, her wiha raya giştî ya cîhanê jî vê yekê dizane û divê tevahî ji bo derxistina vê dagirkeriyê bixebitin."

Hemo wiha da zanîn: "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî gelê Sûriyê ye, her wiha dewleta Tirk li dijî gelê xwe kiryarên zilm û zordariyê jî pêk tîne. Dewleta Tirk alavên kargehên Sûriyê bi destên komên terorîst dizîn. Dewleta Tirk bi rêya van komên terorîst hincet dît ku destwerdanê li bakur û rojavayê Sûriyê bike. Her wiha bi wan re dewleta Tirk karî dest di aloziya Sûriyê werde û mercên xwe li tevahî gelê Sûriyê ferz bike û xaka wê dagir bike."

Hemo di vî warî de wiha destnîşan kir: "Ev çete, komên terorîst in ku tu nirxên exlaqî û mirovî nahewînin. Piraniya wan koman di lîsteya terorê ya cîhan de ne û Tirkiye piştevaniya wan ji destpêka aloziya Sûriyê de dike. Dewleta Tirk sedema sereke ya aloziya li Sûriyê ye. Çareya yekane derxistina dewleta Tirk e. Ji lew re divê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê projeyeke Sûrî-Sûrî deynin ku daxwaza derxistina dewleta Tirk a dagirker bikin.”

‘NY Û DEWLETÊN HERÊMÎ Û YÊN EWROPAYÊ QANÛNÊN KU BI XWE DANÎNE BINPÊ DIKIN’

Der barê bêdengiya navdewletî li ser binpêkirinên dewleta Tirk li xaka Sûriyê Şêx Ehmed Hemo wiha domand: "Ev dewlet xwe dibînin ku piştevanê mafên mirovan in, lê di radeya yekemîn de hewl didin berjewendiyên xwe ji dêvla kuştina gelê Sûriyê rawestînin, pêk bînin. Hin ji wan dewletan dibînin ku berjdewendiya wan dûrxista Tirkiyê ji Rûsyayê ye û vegera wê li koalîsyonên Amerîka, Ewropa û Rûsyayê ye. Her wiha hewl didin berjewendiyên xwe dûrî gelê Sûriyê pêk bînin û berxwekişandina Tirkiyê li rex xwe lawazbûna NATO’yê dibînin. Li aliyekî din jî nakokiyên kevn ên aliyên şer li Sûriyê dikin heye, tişta niha rû dide xizmeta van nakokiyan e."

‘DIVÊ HIN KES NE WEKÎ HÊŞTIRMEYAN BIN’

Hevserokê Meclisa Civaka Demokratîk şaxê herêma Firatê Şêx Ehmed Hemû bal kişand ser girîngiya ku divê hin kesên li Sûriyê serwext bin ku aloziya rastîn hebûna dagirkeriya artêşa Tirk li ser xaka Sûriyê ye, her wiha ji berdêla bi pey pêkanîna berjewendiyan û ajandeyên dewleta Tirk û kesên din ên li ser xaka Sûriyê bikevin, divê dûrî parçekirina cografîk a Sûriyê bikevin.

Şêx Ehmed wiha li axaftina xwe zêde kir: "Divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û dûrî nakokiyan bikevin, êdî her kes dizane ku dewleta Tirk hebûna Kurdan box we xetere dibîne, ne rast e ku dewleta Tirk Kurdan bi kar tîne û heke ev yek pêk were jî dê li ser hesabên gelê Kurd bigiştî be. Dewleta Tirk hin kesan dide şixulandin heta berjewendiyên wan bi dawî bibin ji ber hebûna Kurdan ji binî ve qebûl nake."

Her wiha piştrast kir ku divê gelên Sûriyê Rêveberiya Xweser erê bike ji ber berjewendiyên gelan pêk ve misoger dike, rêya çareseriyê jî diyalogên Sûrî-Sûrî ne û wekî mertalê sekinandina berjewendiyên dewleta Tirk li herêmê ye.

‘XÎTABA HIKUMETA SÛRIYÊ XIZMETA CIVAKA SÛRIYÊ NAKE’

Şêx Ehmed îşaret bi helwesta hikumeta Sûriyê der barê rewşa Sûriyê de kir û wiha domand: "Hikumeta Sûriyê nikare çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re bibîne ji ber bi nêrîna wekî beriya 2011`an li rewşa Sûriyê dinêre û em îro di 2020`an de ne, hikumeta Sûriyê di xîtabkirina gelê Sûriyê de bi bin ket, lewma welat gihaşt vê astê li gel vê yekê hikumet gelên Sûriyê ne wekî gelekî di vê dewletê de xwedan maf dibîne."

Şêx anî ziman ku jiberdêla vê xîtaba gerim divabû hikumeta Sûriyê xîtabî dewletên Sûriyê dagirkirine anku dewletên wekî dewleta Tirk ku li dijî gelên Sûriyê hovîtirîn komkujî pêk anîn, ji ber vê yekê xîtaba Beşar El-Esed xizmeta gelê Sûriyê nake berovajî vê yekê xizmeta aliyên Sûriya dagirkirine dike.

Hevserokê Civaka Demokratîk Şêx Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî kir ku berjewendiyên xwe deyne milekî û çareseriyeke aştiyane ji Sûriyê re bibîne. Ehmed piştrast kir ku tekane rêya derxistina artêşa Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê aştî ye.

(fr-eh)

ANHA


Mijarên Din