Şêxê eşîra El-Neyîm: Efrîn parçeyekî ji me ye ku qut nabe

Nûnerê eşîra El-Neyîm li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkirina dîwarê ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê lê dike, wek dîwarê zilmê û destdirêjiyê bi nav kir, her wiha ji rejîma Sûriyê xwest ku helwesteke fermî der barê kiryarên li ser şêniyên Efrînê pêk tên, nîşan bide.

Dewleta Tirk a dagirker di lêkirina dîwarê ku pê dixwaze serdema Osmaniyan vejîne û zagonên navneteweyî binpê dike, dewam dike.

Nûnerê eşîra El-Neyîm li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêx Hemed Şêx Şihadê têkildarî mijarê ji ANHA`yê re axivî. Şêx diyar kir ku hemû nûnerên eşîrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê red û şermezar dikin.

Şêx Şihadê di destpêka axaftina xwe de lêkirina dîwar şermezar kir û destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ji dîwar ew e ku Efrînê tev li nexşeya Tirkiyê bike, wekî çawa li Lîwa Iskenderon kir.

Şihadê da zanîn ku ew wek gelê Sûriyê û nûnerên eşîran ji rejîmê daxwaz dikin ku helwesta xwe li dijî hikumeta AKP`ê nîşan bidin û wiha dewam kir: "Em ji hemû dewletên cîhanê, dewletên serwer û rêxistinên mafparêz û mirovî dixwazin ku destwerdana lezgîn bikin û Efrînê ji lêkirina dîwar rizgar bikin."

Şihadê wiha got: "Dîwarê parçekirinê ku Tirkiye lê dike, dîwarê zilm û destdirêjiyê ye."

Her wiha Şihadê diyar kir ku nûner û şêxên eşîran binpêkirinên Tirkiyê şermezar dikin û wiha got: "Em wek nûnerên eşîran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wek gelê Sûriyê van destdirêjiyan li ser xaka Sûriyê red dikin. Efrîn xaka Sûriyê ye, ew bajarekî ewle ye, tu caran yek gule ber bi xaka Tirkiyê ve neavêt, ew parçeyekî ji me ye ku qut nabe."

Şêx Hemed Şêx Şihadê got Erdogan temamkerê DAIŞ`ê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê rêxistin û dewletên cîhanê li dijî Erdogan ku êleka oldaran li  xwe kiriye, bisekinin. Tirkiyê komên çete şandin herêmên Sûriyê, ji ber vê yekê em nahêlin dagirker xaka Sûriyê parçe bikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din