Şêxê eşîra Fedan: Em bi fikrê Ocalan re ne

Şêxê eşîra Fedan a mezintirîn eşîrên Ereb li Girê Spî û beşek ji qebîleya Enza ya ji mezintirîn qebîleyên Erebistana Siûdî Şêx Fewaz Ubeyd El-Salih El-Xebîn got: “Em bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne û destwerdana Tirkiyê di karûbarên Sûriyê de red dikin.”

Şêxê eşîra Fedan a ji mezintirîn eşîrên Ereb li Girê Spî û beşek ji qebîleya Enza ya ji mezintirîn qebîleyên Erebistana Siûdî Şêx Fewaz Ubeyd El-Salih El-Xebîn di hevdîtineke xwe li gel ajansa me de got:  "Em bi rêberê gelan, rêberê azadiyê Abdullah Ocalan, yê hewl dide aştî û edaletê li herêmê pêk bîne, re ne."

Şêx Fewaz destweranên Tirkiyê red kir û anî ziman ku gelên herêmê bi hev re bêyî cûdabûn bi azadî û aştî dijîn.

‘Rêber Abdullah Ocalan rêberek li ser rêya heqiyê ye‘

El-Salih bal kişand ser fikrê Ocalan û ev tişt got: "Rêber Abdullah Ocalan rêberek li ser heqî û edaletî ye. Ocalan banga azadiya hemû gelên bindest dike. Ferqê naxe navbera Kurd û Ereb de. Lê kesên edalet û azadiyê red dikin ew girtin û tecrîd lê ferz kir."

Şêx Fewaz, diyar kir ku Tirkiye xebatê Ocalan ên ji bo çareserkirina krîzên herêmê asteng dike û got: "Tirkiye li dijî edalet û azadiyê ye. Berjewendiyên xwe di kûrkirina aloziyan de dibîne."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 7‘ê Tebaxê bi rêya parêzeran nameyek şandibû. Ocalan di nameyê de dibêje ew amade ye pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike. Li ser vê Şêx Fewaz wiha axivî: “Em bi dil û rih bi Rêber Ocalan re ne. Em ji kesên ji vî welatî hez dikin. "

‘Ferq di navbera me û gelê Kurd de nîne‘

Şêx Fewaz Ubey El-Salih di berdewama axaftina xwe de îşaret bi têkiliyên Kurd û Ereb kir û got: "Heger em rûpelên dîrokê vekin em ê bibînin ku ferq di navbera me û gelê Kurd de tine  ye. Xemgîniya me xemgîniya wan e û kêfxweşiya me kêfxweşiya wan e."

‘Dewleta Tirk teror bi xwe ye‘

Şêxê eşîra Fedan piştgiriya dewleta Tirk a bi komên çete re bi bîr xist û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk û alîgirên wê teror bi xwe ne. Gelên vê herêmê çi Ermen, çi Ereb, çi Tirkmen û çi Kurd be an jî koçer be, ti ferq di navbera wan de tine ye. Kesên ferqê derdixin heman kesên ku aloziya Sûriyê kûr dikin in. Heger Tirkiyê û çeteyên wê be anî jî rejîm û hêzên serwer ên li herêmê bin."

‘Yên xaka me qirêj bikin em ê li dijî wan bisekinin‘

Şêxê eşîra Fedan teqez kir ku şêniyên herêmê bi eşîrên xwe ve amadene ku li hemberî gefên Tirkiyê yên dagiririna Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û ev tişt anî ziman: "Ev xak a hemû eşîr û pêkhateyên lê dijîn e. Xwediyê vê axê dê wê biparêzin. Mafê Tirkiyê nîne ku derbasî xaka me bibe û wê dagir bike. Yê xaka me qirêj bike em ê li dijî wî bisekinin."

‘Li herêmên me aştî û jiyana hevbeş heye‘

El-Salih îşaret bi sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li herêmên me hezkirin, aştî, jiyana hevbeş û biratiya gelan heye. Her pêkhateyek bi ol, netew û baweriya xwe dijî."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din