Şêxê eşîra Sebxa: Em ji bilî QSD’ê tu hêzan napejirînin

Şêxê eşîra Sebxa ya Reqayê Mihemed Tirkî El-Sûan got: “Eşîrên herêmê hebûna  tu hêzan ji bilî QSD`ê li herêmê red dikin. Hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi tu rengan nayê qebûlkirin.”

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê Mazlûm Ebdî bi şêx û êlên eşîrên Reqayê re li bajarê  Hesekê civiya û gelek mijarên girêdayî civaka Reqayê bi taybet û bakur rojhilatê Sûriyê bi giştî, nîqaş kirin.

Têkidarî armanc û encamên vê serdanê, ANHA’yê bi şêxê eşîra Sebxa Mihemed Tirkî El-Sûan re, hevpeyvînek çêkir.

Şêx Mihemed Tirkî El-Sûan diyar kir ku armanca serdanê ew bû ku şêxên eşîrên Ereban rastiya heyî û azarên  ku gel dikşîne bi awayekî yekser bigihînin fermandar Mazlûm Ebdî. Her wiha da ku li ser helwesta  eşîrên Ereban a li hemberî QSD`ê ku tekane hêza rewa ye li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  tekez bikin.

Şêx El-Sûan bi bîr xist ku fermandar  Mazlûm Ebdî daxwazên êl û şêxên eşîran ên girêdayî geşedanên li herêmê û mercên ku gel tê re derbas dibe, bi erênî pêşwazî kiriye.

Şêx Mihemed Tirkî El-Sûan bal kişand ser ku di hevdîtina bi Mazlûm Ebdî re, mijara pêşkêşkirina Rûsya daxwaza hikumeta Sûriyê ji fermandariya  QSD`ê ya vekişîna ji herêmên Reqayê û Dêrazorê hatiye  nîqaşkirin û wiha got: "Wekî eşîrên Ereban em ketina hêzên hikumeta Sûriyê ji van herêman re red dikin û em piştgiriya  xwe Hêzên Sûriya Demokratîk re ku ew bajar rizgar kir, tînin ziman."

Şêxê eşîra Sebxa da zanîn ku helwesta eşîrên Ereban û helwesta fermandariya QSD`ê ya li redkirina ketina hêzên hikumeta Sûriyê û mayîna hêzên QSD`ê li herêmê ku tevî şêniyên herêmê herêm rizgar kir, yek e.

Şêx Mihemed Tirkî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi tu rengan nayê qebûlkirin. "

(cx)

ANHA


Mijarên Din