Şêx Hamid El Ferec: Hevgirtina gel dê pêşî li dagirkeriyê bigire

Ji şêxên qebîleya El Welda, Hamid El Ferec bal kişand ser hevgirtina gel a li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got "Ev hevgirtin dê pêşî li dagirkeriyê bigire.”

Ji şêxên qebîleya El Weda Hamid El Ferec îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girîngiya xurtkirina hevgirtinê ya li hemberî van êrişan kir.

Şêx Hamid El Ferec got: "Bi saya hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bûne hêzeke xurt li ser erdê û li hemberî hemû kesên ku hewl didin îradeya me bişkînin û destkeftiyên me têk bibin û li hemberî hemû planan disekinin."

Şêx El Ferec anî ziman ku sekna hemû pêkhateyan a mil bi mil di qadan û eniyên şer de îsbata hevgirtina gel e wiha domand: "Pêkhateyên gel berdewama berxwedanê ragihandine û teqez dikin ku ew siyaset û êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê red dikin û dê bersiva wê didin."

Şêx Hamid El Ferec anî ziman ku hevgirtina pêkhateyên dê pêşî li êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bigire. Her wiha îşaret bi girîngiya xurrtkirina vê hevgirtinê kir û got: "Em xwediyê dozê ne, mafê me heye em xaka xwe biparêzin û armancên xwe pêk bînin. Bi hevgirtina gel wê dagirkerî û êrişkarên li ser xaka me wê têk biçin."

Şêx Hamid El Ferec îşaret bi vê yekê kir ku tevahî eşîrên Ereban piştgiriyê didin QSDʹê û got: "QSDʹê hêza parastinê ye ku tevahî gelên herêmê pişta xwe pê xurt kirine. QSDʹê wê her timî destekê bide gel da ku serkftinê pêk bîne û gelan ji koletiyê xilas bike."

(bb)

ANHA


Mijarên Din