Şêx Hesen: Pêwîst e hêzên navneteweyî ji bo avakirina dadgehekê amade bin

Hevserokê Desteya Parastinê yê Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen got çawa ku hêzên navneteweyî rojeke cîhanî ji bo Kobanê diyar kir, pêwîst e ji bo avakirina dadgeha darizandina çeteyên DAIŞ`ê jî amade bin û ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.”

Hevserokê Desteya Parastinê yê Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen diyar kir ku  çeteyên DAIŞ`ê di sala 2015’an de li Kobanê hatin şikandin û di 23`yê Adara 2019`an de li bajarokê Baxoz bi dawî bûn. Ji bo wê divê dadgehek ji bo darizandina DAIŞ`ê li Kobanê were avakirin û DAIŞ bi qanûnên navneteweyî were darizandin.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen got DAIŞ bi dawî nebûye, dibe ku bi awayekî leşkerî bi dawî bûye, lê ji aliyê zîhniyet û şanayên veşartî ve nehatiye bidawîkirin.

Şêx Hesen wiha berdewam kir: “Divê DAIŞ li cihê ku bi hezaran zarokên me şehîd xistine, anku li Kobanê were darizandin û hesab jê were xwestin. Lewre pêwîst e dadgeha darizandina DAIŞ`ê li Kobanê were avakirin.”

Çeteyên DAIŞ’ê di ser Tirkiyê re derbasî dewletên biyanî dibin

Ismet teqez kir ku çeteyên DAIŞ`ê yên ku derbasî dewletên biyanî dibin û li wir dibin sedema  tevliheviyê û teqînan, bi rêya deriyên Cerablûs û Babê derbasî Tirkiyê dibin û ji wir jî derbasî dewletên biyanî dibin û wiha dewam kir: “Ev jî dide xuya kirin ku çawa Erdogan li Kobanê alîkariyê çeteyên DAIŞ`ê dikir, îro jî daxwaze ew çeteyên mayî li dewletên biyanî belav bike.”

Hevserokê Desteya Parastinê yê Herêma Firatê da zanîn ku divê dadgeha ji bo darizandina DAIŞ`ê bi awayekî lezgîn bê avakirin, di heman demê de divê hêzên navneteweyî desteyekê bidin Rêveberiya Xweser da ku ew dadgeh li cihê ku çeteyên DAIŞ`ê lê hatin şikandin, bê avakirin.

Ismet Şêx Hesen di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Dema ku çeteyên DAIŞ`ê derbasî Kobanê bûn, gelek hêzên navneteweyî ji bo berxwedana Kobanê rabûn ser pêyan, çawa ku hêzên navneteweyî rojeke cîhanî ji bo Kobanê diyar kir, pêwîst e ji bo avakirina dadgeha darizandina DAIŞ`ê  jî amade bin û ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.”

ANHA


Mijarên Din