Şêxê êla El-Berîc: Dîwarê parçekirinê plana berdewamkirina dagirkirinê ye

Şêxê êla El-Berîc Emîr El-Xabûr destnîşan kir ku dewleta Tirk bi riya binpêkirinên xwe hewl dide herêmên dîtir ji xaka Sûriyê dagir bike û got: “Lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê planek ji bo qutkirina Efrînê ji Sûriyê û tevlikirina erdîngariya Tirkiyê ye.”

Dewleta Tirk kiryar û binpêkirinên xwe yên hovane li herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine li gel bêdengiya Rejîma Sûriyê didomîne. Herî dawî Tirkiyê bi armanca qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê dîwar lêdike.

Girêdayî hewldanên dagirkeriya Tirk şêxê êla El-Berîc Emîr El-Xabûr got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmên din ji Sûriyê dagir bike. Her roj fêlbaziyek nû derdixîne. Mîna herêma ewle ya ku dixwaze bi çavdêriya xwe ava bike. Lê em hemû dizanin ku ev planek Tirkiyê ye da ku herêmên din ji xaka Sûriyê dagir bike.”

El-Xabûr diyar kir ku Tirkiye xêra gelê Sûriyê naxwaze û wiha domand: "Ji kengî ve Tirkiye aştiyê ji Sûriyê û gelê wê re dixwaze? Tirkiyê sînorên xwe li hember bi hezaran çeteyan vekir û derbasî Sûriyê kir. Gelo îro kî maf daye Tirkiyê da ku dîwar li ser xaka me ava bike? Dewleta Tirk dixwaze bi lêkirina dîwar beşek ji Sûriyê qut bike. Şêniyên Bakurê Sûriyê qebûl nakin.”

El-Xabûr binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê û bêdengiya navdewletî li hember kirinên Tirkiyê şermezar kir.

Êlên Ereb û Kurd bi riya Komxebata Êlên Sûriyê ya ku li Eyn Îsayê bi beşdarbûna bi hezaran nûnerên êlên Sûriyê lidar ketibû, dîwarê parçekirinê red kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din