Şêxê êla El-Cewale: Perspektîfên Ocalan kilîta çareseriya aloziyan e

Şêxê êla El- Cewale Ebdulrehman El-Reşîd got: “Rêber Abdullah Ocalan xwedî nêrîn û fikrên ku ji tevahiya gelên herêmê re guncew in. Em bang li êl û eşîrên Ereb dikin ku rolek çalaktir bilîzin ji bo aloziyên herêmê çareser bikin û li hember dagirkeriyê liber xwe bidin.”

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdek giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dikin. Di vê dawiyê de di 27`ê Sibatê de  bi zanabûn agir bi daristana girava Îmraliyê xistin. Li ser wê gelê Kurd li tevahiya Kurdistnaê û Ewropa rabûn ser pêyan, ji aliyekî ve pêxistina agir li aliyê din tecrîd û siyasetên Tirkiyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Piştî wan çalakiyên gel desthilatên Tirkiyê neçar man rê dan ku hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bê. Piştî hevdîtinê Mihemed Ocalan diyar kir ku tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan baş e û peyama wî ji gelên Kurdistanê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rûspiyên êlên Ereb re heye. 

Şêxê êla El- Cewale Ebdulrehman El-Reşîd ê li herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk bi zanabûn, agir bi daristana girava Îmraliyê xist. El- Reşîd got: “Armanc ew e ku vîna gelên herêmê yên ku xwedî li fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derketine, bişkîne. Ji ber daxwazên gelêrî li hundir û derve dewleta Tirk neçar man rê bide hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re."

El-Reşîd destnîşan kir ku nêrîn û perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya aloziya herêmê.

El-Reşîd îşaretpê kir ku Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê baş nas dike û wiha axivî: “Rêber Ocalan dizane ku pergalên serdest ên ku li ser bingeha çewisandina gelan ava bûne li ser desthilatên xwe ditirsin. Lewra Tirkiye tecrîdek giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. " 

‘JI ÊLÊN EREB TÊ XWESTIN KU ROLEK DÎROKÎ BILÎZIN’

Di berdewama gotinên xwe de El-Reşîd rola ku êlên Ereb ji berê ve ji bo parastina welat û gel de dilîstin bibîr xist û got: “Îro ji her demê bêtir jê tê xwestin, rolek dîrokî bilîze û vê pêvajoyê ber bi çareseriyek aştiyane ve birêve bibe, bi şêwazekê ku xizmeta gelên herêmê dike û li hemberê dagirkeriya derve tê sekinandin.”

El-Reşîd di dawiyê de bang li êl û qebîleyên Ereb kir ku rolek girîng ji bo berjewendiya Sûriyê bilîzin û got: “Axa û gelê wê biparêzein û yekitiya netewî di navbera pêkhateyên herêmê de ji Kurd, Ereb û Suryan bidin rûniştandin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din