Şêxê êla El-Turkman: Em ti herêmên “ewle” ji Tirkiyê naxwazin

Şêxê êla El-Turkman Ehmed Mihemed Xelef El-Ibarhîm got ew herêma “ewle” ku Tirkiyê qal dike red dikin û wiha got: “Em qebûl nakin ku ti aliyek derve derbasî herêmên me bibe. Ji ber herêmên me bi saya ciwanên me ewle ne.”

Şêxê êla El-Turkman Ehmed Mihemed Xelef El-Ibrahîm girêdayî daxwazên Tirkiyê ji bo avakirina herêma “ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ajansa me re axivî.

El-Ibrahîm got: "Em xwediyên xaka Sûriyê ne. Em qebûl nakin ti dagirker çi Tirk anjî dewletek din derbasî axa me bibe. Ti mafê kesekî tune ye destwerdana karûbarên Sûriyê bike."

El-Ibrahîm tekez kir tevahiya cîhanê dizanin ku şêniyên herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de resen in û wiha domand: "Weke mînak em Turkman li herêmên xwe ne û mafên me miroger in. QSD`ê jî me û herêmê me diparêz e. Me cihê xwe di tevahiya meclis, saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser de giriye.”

Di berdewama gotinên xwe de El-Ibrahîm behsa kesên ku ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve revîne kir û çawa dazgehên ragihandinê yên Tirkiyê wan bi kar tînin, kir. El- Ibrahîm got: “Tirkiye wan ji bo propoxandeya siyasetên xwe yên dijber bikar tîne. Ew di bingehê de beşdarî komên çekdar ên wek Ehrar El-Şam, Cebhet El-Nusra û gelek komên din, herî dawî terorîstên DAIŞ`ê bûne."

El-Ibrahîm wiha domand: "Bi saya zendên ciwanên herêmê, herêmên me ji Sûriyê bi giştî ewletir in. Jiyan li vir baş e, xebat û madeyên destpêkê tê de peyda dibin."

‘Îdîayên Tirkiyê ne rast in’

Girêdayî îdayên Tirkiyê ku dibêje “herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şêniyên xwe yên resen vala ne”, El- Ibrahîm wiha axivî: “Herêmên me ne kavil in. Îdîayên Tirkiyê ne rast in. Gelo herêmên ku Tirkiye li gundewarê Helebê dagir kirine herî dawî Efrînê ji şêniyên xwe yên resen vala ne? Tirkiyê şêniyên wê dan koçberkirin, demografiya wê guhert û hêza xwe li şêniyan ferz dike.”

El-Ibarhîm tekez kir ku xizmên wî ji herêmên dagirkirî ji wan re dibêjin ku herêmên dagirkirî ne ewle ne, pirsgirêkên kuştin, talankirin û bendên kontrolê hene. Her bendek kontrolê dewletek bi xwe ye.

Di dawiyê de şêxê êla El-Turkman Ehmed Mihemed Xelef El-Ibrahîm tekez kir ku ew avakirina herêma “ewle” li bakurê Sûriyê bi çavdêriya Tirkiyê red dikin û her destwerdanek ji dewletên cîran di karûbarên Sûriyê de qebûl nakin.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din