Şêxê qebîleya El-Welde: Parastina demokrasiyê soza me ye

Qebîleya El-Welde ya mezintirîn qebîliyên herêmê ye tekez kir ku herêmên bi xwîna şehîdên me hatine rizgarkirin dest jê bernadin û wiha got: "Em itîrafê bi kesên li derveyî sînor ên îdîa dikin ku nûnertiya gelê Sûriyê dike, nakin. "

Şêx û rûspiyên Qebîleya El-Welde ya bajarokê Mensûra ku 20 km dûrî bajarê Tebqayê û li ser sînorê herêmên serweriya rejîma Sûriyê ye, li hev kom civîn.

Di civînê de Şêx Abduletîf Mihemed Ferec axivî û gefên dagirkeriya Tirk ên bi bihaneya ewlehiya niştimanî, bi "bihaneya derew" bi nav kir û got: "Erdogan hewl dide ewlehî û aramiya herêmê derbe bike."

Şêx Abduletîf Ferec bi bîr xist ku Tirkiyê parastina gora Sultan Silêman dike hincet da ku têkeve xaka Sûriyê û got, bi wê re jî hewl dide bi navê gelek bihaneyên seranserî sînorê Sûriyê dagir bike.

Şêx Ferec bal kişand ser kiryarên rejîm û komên piştevaniya wê dikin, bi taybet li ser sînorê bajarê başurê Tebqayê û anî ziman ku artêşa rejîma Sûriyê beriya 2 hefteyan malbateke bi giştî kuşt û ji nav jî zarok hebûn, da ku baweriya di navbera gel û rêveberiya herêmên rizgarkirî de derbe bike û wiha pê de çû: "Herêmên bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin çi dibe bila bibe dev jê dernadin. Parastina demokrasiyê û jiyana hevbeş, soza me ye û bihaya wê çi dibe bila bibe dev jê bernadin."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Şêx Ferec anî ziman: "Em bi kesên îdîa dike ku nûnertiya gelê Sûriyê dike û li derveyî sînor e itîraf nakin. Em ê destûra xwe bi destên xwe binivîsin. Ew jî destûra ku rojane mîna biratiya bi hev re dijîn û dê welat ava bikin."

Di dawiyê de Şêx Abduletîf Mihemed Ferec da zanîn ku ji bilî Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) weke hêza siyasî û Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) weke hêza leşkerî ku DAIŞ ji herêmê paqij kiriye, tu nûnerî ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tune ye."

Qebîleya El-Welde, mezintirîn qebîleya li herêmê ye. Ji gelek êlan pêk tê, El-Nasir, El-Bomesra, El-Ceabat, El-Huyuat, El-Elî, El-Teren, El-Boremedan, El-Boreceb û hwd û li herêmên Teqba, Reqa û parçeyên din ên Sûriyê bi cih dibin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din