​​​​​​​Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê : Ajandeyên derve sembolên me yên netewî  hedef digrin

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê hedefgirtina şêx û serokeşîrên  Dêrazorê  şermezar kirin û gotin: “Êrişên li hember şêx û serokeşîran bi piştgiriya ajandeyên derve tên kirin. Armanc têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan a li  Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”     

Di demên dawî de, bi taybet li Dêrazorê rûspiyên eşîrên Ereban tên hedefgirtin.

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê êrişên li dijî rûspiyên eşîran şermezar kirin.

Şêxê eşîra El-Sebxe Mihamed Tirkî El-Sûwyan  got: “Armanca êrişan jihevxistina eşîrên Ereb e û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Ji ber eşîrên herêmê xwedî li projeya Rêveberiya Xweser derdikevin. Ev êriş bi piştgiriya ajandeyên derve yên ku ji projeya Rêveberiya Xweser ditirsin, pêk tên. Bi taybet jî dewleta Tirk, ji ber wê jî armanca wan çêkirina tevlîheviyê.”

 Rûspîyê eşîra El- Efadîla Deham El- Şiblî jî got: “Hevgirtina eşîrên Ereb û Rêveberiya Xweser tirs xiste nava dilê dijminê projeya Rêveberiya Xweser. Alîgirên xwe yên li herêmê xistin tevgerê da ku kesayetên netewî û eşîrên Ereb ên Rêveberiya Xweser xurt dikin, bikin hedef.”

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê gotin: “Hedefgirina kesayetan me bê hêz nake.”

ANHA


Mijarên Din