Şêx û rûspiyên Reqayê ji bo şewata li Îmraliyê bang li Meclisa Ewlehiyê kir

Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Reqayê bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku dest bi lêpirsîna der barê bûyera şewata li girava Îmariliyê de bikin.

Duh şewat li Îmraliyê derket û têkildarî vê bûyerê şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Reqayê li pêşiya Çerxerêya Neîm a bajêr daxuyaniyek da.

Şexê Musa El-Zahir El-Şêx Ayîd Hadî daxuyanî xwend. Daxuyanî  wiha ye:

"Bi navê rûspî û şêxên eşîrên li Reqayê,

Ji beriya 3 salan ve QSD`ê em ji hovîtiya terorîstên DAIŞ’ê rizgar kirin, li gel vê yekê me derveyî nêzîkatiya baş û exlaqê durist tiştek ji rêveberiyê nedît.

Rewşa em tê de dijîn li xweşiya hikumeta Tirk nehat, lewma careke din terorîst şandin herêma me.

Ne tenê ev, lê belê hikumeta Tirk terorîst şandin ku girava Îmraliyê ya ku Rêbertî tê de dîlgirtî ye, bişewitînin. Fikrên Rêbertî amaje bi biratiya gelan û hevgirtina pêkhateyan dikin, lewma em bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê dikin.”

Di heman demê de daxuyaniyê banga rakirina tecrîda li ser Ocalan û lêpirsîna der barê şewata li Îmraliyê de kir.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din