Şêx û rûspiyên Reqayê: Rêbertî bi fermana hêzên hegemon tê tecrîdkirin

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Reqayê gotin: “Dewleta Tirk bi desteka dewletên mêtînger hewl dide projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bitemirîne. Em banga yekîtî û diyalogên navxweyî li gelên Sûriyê dikin. Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî bi fermana wan hêzên hegemon tê rêvebirin.”

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê bang li pêkhateyên Sûriyê kirin ku hevgirtina xwe çêbikin, da ku planên Tirkiyê yên bi desteka dewletên mêtînger têk biçin. Şêx û rûspiyan gotin: “Tirkiye hewl dide projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.”

Rûspiyê eşîra Birêc, Şêx Hisên El-Berces got: "Hedefkirina Tirkiyê ji projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên çeteyên wê rastiya desthilatdariyê ya di zihniyeta hakimên Tirk de raxist holê. Desthilatdariya ku bi komploya navneteweyî destpê kir, dewletên mêtînger Tirkiye wekî alavek ji bo girtina fîlozofê projeya neteweya demokratîk Abdullah Ocalan bi kar anîn. Piştre dest di xaka Sûriyê de werda da ku berjewendiyên xwe û berjewendiyên dewletên desthilatdar bi cih bîne. Ji ber ku projeya me ya demokratîk ji bo xwe wekî xeteriyekê dibînin."

‘ÇARESERIYA TEKANE DIYALOGÊN SÛRÎ- SÛRÎ YE‘

Şêx Hisên El-Berces banga hevgirtinê li şêniyên Sûriyê kir û got: "Rijandina xwîna sûriyan bêyî hevgirtina li hember êrişên hovane nasekine. Parçkirina Sûriyê li gorî berjewendiyên dewletên mêtînger e. Divê hemû cureyên şerê navxweyî bi dawî bibe û çareseriyeke rasteqîn ji aloziya Sûriyê re were peydakirin."

Rûspiyê eşîra El- Elî, Remedan El-Rehal îşaret bi girîngia yekîtiya gelê Sûriyê û pêkhateyên wê kir û got: "Divê hemû komployên ku biratiya gelan û giyanê hevpariyê ya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dike hedef werin têkbirin. Ev yek bi diyalogên navxweyî pêkan e. Tirkiye û hevalbendên wê çareseriyê naxwazin.”

Şêx Remedan El-Rehal diyar kir, tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye bi fermana dewletên hegemon ên cîhanê pêk hat û got: “Armanca tecrîdê ew e ku ramanê Ocalan di nava çar dîwaran de sînordar bikin. Ramanê Ocalan bûye minbera demokrasiyê. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikrên Ocalan wekî rêgezeke sereke di rêveberiya herêmên de esas girtin."

El-Rehal nêzîkatiyên hin Sûriyên ku xwe dispêrin Tirkiyê şermezar kir û got: "Her roj zêdetir timatiyên Tirkiyê di Sûriyê de diyar dibin. Tirkiye hewl dide herêmên ku dagirkirine veguherîne çiravên perwerdekirina çeteyên xwe. Da ku piştre wan li deverên  ku Tirkiye aloz dike bi kar bîne. Şandina çeteyan a ber bi Lîbyayê ve delîlê vê yekê ye."

Şêx û rûspiyên Reqayê di dawiyê de bang li Sûriyê kirin ku li pey projeyên derve nekevin û gotin: “Çareserî divê Sûrî bixwe be û dûrî berjewendiyên dewletên mêtînger be.”

ANHA


Mijarên Din