​​​​​​​Şêx Îsa: Nexweş tune ne lê ev nayê wateya bidawîbûna xetereya Koronavîrusê

Endamê rêveber û bijîşkê Nexweşxaneya Avrîn Osman Şêx Îsa got “Heta niha li kantona Şehbayê tu nexweşên bi Koronavîrusê nehatine belgekirin. Em bang li şêniyan dikin ku ji bo parastina ji pandemiyê perspektîf, tedbîrên hişyarî û biryarên Şaneya Aloziyê pêk bînin.”

Endamê rêveber û bijîşkê Nexweşxaneya Avrîn Osman Şêx Îsa der barê pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) de ji ANHA`yê re axivî.

Şêx Îsa di destpêka axaftina xwe de got: “Li kantona Şehbayê kesek bi Koronavîrusê neketiye. Lê ev nayê wateya ku xetereya Koronavîrus bi dawî bûye, yan jî dema pandemiya Koronayê bi dawî bûye.”

Şêx Îsa diyar kir ku wan test ji hejmarek şêniyên bi guman bûn re çêkirin, lê ecmanên wan negatîf bûn. Şêx Îsa axaftina xwe wiha domand: “Şêniyên kantona Şehbayê ji biryara qedexeya derketina derve  razî ne. Em bang li şêniyan dikin ku bêtir girîniyê bidin paqijiya kesayetî û giştî. Dest nedin hev du û nêzî kesên ku nîşaneyên nexweşiyê li wan belî dikin, nebin.”

Têkildarî xebatên xebatkarên tenduristiyê Şêx Îsa got: “Xebatkarên tenduristiyê bi awayekî çalak di dirêjahiya 24 saetan de dixebitin. Ger nîşaneyek li ser kesekî belî kirin, pê re peywendiyê ava dikin da ku bi ambulansê biçin cem wê/î û testên pêwîst jê re çêkin.”

Şêx Îsa destnîşan kir ku 15 rojên bê, rojên çarenûsî ne, wê hebûn û nebûna nexweşiyê diyar bikin.

Şêx Îsa bang li şêniyan kir ku ji îdiayên girêdayî belavbûna pandemiyê têne belavkirin, bawer nekin û wiha got: “Lê berovajî wê perspektîfên tenduristiyê yên ku Şaneya Aloziyê ya ku ji hêla saziyên Rêveberiya Xweser hate avakirin derxistine, bînin cih û ji bilî wê guh nedin kesekî. Em kedên komîn û aliyên têkildar ên ku pêdiviyên şêniyan peyda dikin û zanabûna girêdayî mayîna di mal de belav dikin, spas dikin.”

Şêx Îsa bal kişand ser dorpêça ku artêşa Tirk a dagirker û hikumeta Sûriyê ya li kantonê ferz kiriye û got: “Ev dorpêç nahêle alîkarî bigihin kantonê. Tevî bangawaziyên NY`yê ji bo agirbestê li Sûriyê lê artêşa Tirk a dagirker vê fersendê bi kar tîne, gundên tijî şênî li gel bêdengiya navneteweyî û mijulbûna cîhanê bi Koronavîrusê topbaran dike."

Di dawiyê de Şêx Îsa bang li rêxistinên navneteweyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) kir ku rewşa koçberan paşguh nekin û pêdiviyên tenduristî yên pêwîst li gel dorpêça ji tevahiya aliyan ve pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din