​​​​​​​Şêx Şewket: Wêrankirina cihên olî karê DAIŞʹê ye ku Erdogan didomîne

Şêx Ebdurehman Şewket got “Wêrankirina cihên olî karê DAIŞʹê ye ku Erdogan didomîne û nûnertiya îslamê nakin."

Hevserokê Saziya Olî ya kantona Kobanê Şêx Ebdurehman Şewket bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser mizgeft û cihên olî û diyar kir ku hedefkirina cihên olî kiryarên DAIŞʹê ne ku Erdogan li Sûriyê didomîne. Şêx Şewket anî ziman ku ev kiryar nûnertiya ola îslamê nake.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên vê dawiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de giranî daye navendên xizmetguzariyê û binsaziya herêmê.

Mizgeft û dêr jî ji êrişan bê par neman. Roja pêncşema borî artêşa Tirk bi tank û topan mizgefa gundê Tirwaziyê yê navçeya Eyn Îsayê rûxand.

Di Kanûna par de jî li Zirganê mizgeftek topbaran kir. Her wiha mizgefa El Nûrî Bin Mihêd El Inzî ya Eyn Îsayê kir hedef û di Gulana par de jî dêra Mar Sawa ya li gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê bi topbaranê bi temamî hat hilweşandin.

Şêx Ebdurehman Şewket got: "Pêxember Mihemed wesiyet dida artêşa îslamê ku nêzî jin û zarokan nebin, daran nebirin û tehdeyê li cihên îbadetê nekin. Ne qanûn û ne jî mirovahî van kiryaran qebûl nakin. Xwedayê mezin îslam şand da ku giyanê xelkê biparêze û mirov bi aştî û dilrihetî bijî."

Şêx Şewket diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker êrişên dijminane ne û jiyana xelkên di malên xwe de dixin metirsiyê.

Şêx Ebdurehman Şewket her wiha got: "Erdogan xwe wek xelîfeyê misilmanan nîşan dide, lê kiryarên wî berdewama kiryarên DAIŞʹê ne. Em hemû bûbûn şahidê wan kesan ku bi pêlavên xwe derbasî mizgeftan dibûn û Qurana pîroz li erdê dixistin. Ew hatine da ku îslamê reş bikin."

Hevserokê Saziya Olî ya kantona Kobanê Şêx Ebdurehman Şewket anî ziman ku eger Erdogan bi rastî welatiyan diparêze, rojane ew qetil nedikirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwedayê mezin dixwaze mirov bi gotin û kar durist be. Xwedê qebûl nake ku mirov îdiya îslamê bike lê dûrî olê be."

ANHA


Mijarên Din