Şêx Silêman Kesar girtina pereyan ji wezîrê Siûdiyê red kir

Berdevkê qebîleya Egîdat li Dêrazorê Şêx Silêman Xelef Kesar gotegotinê der barê ku wan pereyan ji wezîrê Siûdiyê girtine, red kir.

 Hinek malperên çapemeniyê ragihand ku berdevkê Qebîleya Egîdat li Dêraozorê Şêx Silêman Kesar daxuyanî da ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 100 milyon dolar ji Wezîrê Siûdiyê El-Sebhan dema serdana Dêrozarê kir, girtiye da ku alîkariya kesên ku zeviyên wan şewitîne bike.

Kesar ji Navenda Ragihandinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê re diyar kir ku gotegotin hatine belavkirin armanca wan xirakirina aramiya li herêmê û ew aliyên ku tevlîheviyan derdixin.

El-Kesar dayîna daxuyaniyên bi vî awayî ji tu aliyên çapemeniyê red kir. Her wiha tekez kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya bangên wan dê xwestekên cotkaran pêk bînin ji ber ew ji herêmê ne û dê tewîzan bidê cotkaran.

(bx)


Mijarên Din