​​​​​​​Şêxekî Yemenî: Tirkiyê bi rêya Bab Mendêb dixwaze zextê li Misirê bike

Ji êlên eşîrên Yemenê Şêx Şemsan Ebdulrehman Neman got Tirkiyê dixwaze ji nû ve serweriya dewleta Osmanî li ser herêma Cezîrê Erebiyê vegerîne. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê û Qeter zû dev ji herêma El-Heceriyê ya stratejîk û nuqteyên El-Mexa û Bab Mendêb bernadin.

Ji êlên eşîrên herêma El-Heceriyê ya Yemenê Şêx Şemsan Ebdulrehman Neman di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re got: "Tirkiyê dixwaze wekî berê serweriya dewleta Osmanî li ser herêma Cezîrê Erebiyê vegerîne."

Şêxê Yemenî wiha berdewam kir: "Şerê li Yemenê êdî zelal e. Ew ne şerekî siyasî ye, lê belê ew şerê jiyan, hebûn, dîroka Yemenê ya kevnar û pêşeroja nifşên bê li dijî projeya dagirkeriya ya Tirkiyê û xewna wê ye kevin û nû ye."

Neman diyar kir ku bûyerên dawîn li herêma El-Heceriyê armancê sereke eşkere kirin û wiha got: "Armanc ew e ku bi hêzên li herêma El-Mexa û li tevahî beravê re bikeve şer, da ku hêzên Tirkiyê li Bab Mendêb bi cih bibin. Bi vê yekê dê Tirkiyê bi rêya Bab Mendêb zextê li Misirê bike. Wekî tê zanîn, her tevgereke li Bab Mendêb dê zirareke mezin bigihîne Qenat Siwês."

Şêx Neman bal kişand ser ku Tirkiyê çavê xwe berdaya vê cihê girîng, da ku pê zextê li Misirê bike. Nexasim piştî derbeyên li Lîbyayê xwarine ku li gorî çavkaniyan fermandarên Tirk hatin kuştin û hin efser birîndar bûn, her wiha sîstema pergala asîmanî "Hok" ku li erdên Lîbyayê hatibû çandin ji aliyê balafirên şer ên nenas ve hate rûxandin.

Şêx Neman îşaret pê kir ku ewlehiya netewî ya Erebî di xeteriyê de ye. Dibe ku hin kes vê xeteriyê ferq nekin, lê di rastiyê de ew pir xeternak e.

Şêxê Yemenê Şemsan Ebdulrehman Neman wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tirkiyê û Qeter bi hêsanî dev ji herêma El-Heceriyê ya stratejîk û nuqteyên El-Mexa û Bab Mendêb bernadin. Hin kes wekî şerê wan ê taloqkirî bi nav dikin û dê bi rêya wê zirarê hem bigihînin başûr û koalîsyonê hem jî Misirê."

(cx)

ANHA


Mijarên Din