Şêxên eşîrên Reqayê: Qonaxa heyî nazik, pêwîst e hevgirtin û têgihîştin hebe

Şêxên eşîrên Ereb ên Reqayê bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û nêz hev bibin. Her wiha qonaxa ku herêm tê re derbas dibe bi "qonaxeke nazik" bi nav kir û diyar kir ku pêwîst e gel li hemberî planên li dijî herêmê hevgirtî û baldar be.

Ji bo têkbirina yekitî û hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya wan a demokratîk, hin hikumetên herêmî gelek komployan li dijî herêmê saz dikin.

DIVÊ EM HEVGIRTÎ BIN DA KU EM PLANÊN KU DESTKEFTIYÊN ME DIKIN HEDEF, PÛÇ BIKIN

Şêxên eşîrên Ereb ên Reqayê bi hevpeyvîneke bi ANHA`yê re bang li hemû pêkhateyan kir ku hevgirtî bin û nêz hev bibin da ku planên ku destkeftiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, pûç bikin.

Şêxê eşîra El-Sebxe Mihemed Tirkî El-Sewan wiha got: "Herêm di qonaxeke nazik re derbas dibe û divê gel hevgirtî û zana be. Hikumeta Şamê ku piştgiriya xwe ji Îranê digire û hikumeta Erdogan li dijî herêmê gelek planan saz dikin."

Şêx Mihemed Tirkî El-Sewan bang li pêkhateyan kir ku yekdest bin û li pişt fermandariya leşkerî ya QSD`ê bisekinin û roleke aktîv di saziyên Rêveberiya Xweser de bilîzin.

Her wiha şêxê eşîra El-Elî Remedan El-Rehal wiha diyar kir: "Yekitiya Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji mêj ve ye. Bi sedan salan Kurd û Ereban wekî bira û cîran bi hev re jiyana xwe didomand."

Şêx Remedan El-Rehal biratiya pêkhateyên herêmê bi laşê ku nexweşî tê de çê bûne bi nav kir, ku divê ji bo bidawîkirina van nexweşiyan li ber xwe bide.

Şêxên eşîrên Reqayê bi taybetî bang li ciwanan kir ku di vê qonaxa heyî de têgihiştî bin û dûrî diyardeyên civakî yên neyinî bikevin, wekî madeyên hişbiriyê ku ajandeyên derve pê ciwanan hedef digirin. Ji ber ku ciwan hêvî avakirina Sûriya pêşerojê ne.

(cx)

ANHA


Mijarên Din