Şêxên êlên Ereban: Derxistina koçberan ji kampa Holê gaveke erênî ye

Şêxên êlên Reqayê pêngava ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê derxistina koçberan ji kampa Holê ji jin û zaroknan daye, erênî û berhemdar e.

Li ser daxwaza şêx û rûspiyên êlên Bakurê Sûriyê, Rêveberiya Xweser biryar da ku koçberên Sûriyê ji kampê derxin û vegerînin warên wan.

Ji boneya gava ku Rêveberiya Xweser a Barkur û Rojhilatê Sûriyê pê rabûye, ajansa me ANHA’yê bi gelek rûspiyên êlên erebên li Reqayê re hevpeyvîn çêkirin û tekez kir ku gaveke êrênî ye û ev nîşaneya lêborîn û hezkirinê di nava pêkhateyên herêmê de ye û piştgirî da vê biryarê ku dê ji koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê re jiyaneke nû biafirîne.

Di vê çarçoveyê de yek ji rûspiyên êla El-Berîc, Şêx Hezal El-Ezel wiha axivî: "Ev însiyatîf li ser daxwazên gelêrî yên dubare di dema komxebata êlên Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê pêk hatiye, hat. Ji lew re Rêveberiya Xweser bersiv da van daxwazan. Ev gav jî berhemdar e."

Şêx Hezal El-Ezel bal kişand ser destkeftî û qurbaniyên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di têkbirina komên terorîst de û di serî de çeteyên DAIŞ’ê de dane û wiha lê zêde kir: "Îro, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyê vegerandina koçberên kampa Holê vedike."

Ji aliyê xwe ve jî şêxê êla El-Hewaz "El-Efadîle" Deham El-Şiblî got: "Bi rêya nîqaşkirina bi Rêveberiya Xweser re di komxebata êlên Sûriyê li ser mijara koçberên kampa Holê, bi taybet jin û zarokên ku destên wan di xwîna gelê Sûriyê de tune ne, hate rawestandin. Ji ber wê Rêveberiya Xweser lez da pêkanîna daxwazên wan ên der barê malbatên çeteyên DAIŞ’ê û derxistina wan ji kampê ber bi warên wan de."

Şêx Deham El-Şiblî ev gav bi gaveke mirovî şiband û wiha pê de çû: "Ev jî nîşaneya lêborîn û hezkiriyê ye ku dihêle di civaka me de ewlehî û aramî bêyî dijmantiya di navbera pêkhateyan çêbibe de û nîşaneya hevgirtina gel di Rêveberiyê de, bê avakirin. Ev biryar, biryarên gel in û tenê li gel vedigere."

Şêx Deham di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ku derxistina koçberan dê bi rêya rûspiyên êlan û li ser pêbaweriya wan be.

(fr)

ANHA


Mijarên Din

Li Raî teqîn