Şêxên êlên ereban: Encamên komxebatê dikevin xizmeta gelê Sûriyê

Şêxên êlên Ereb ên ku beşdarî Komxebata Êlên Sûriyê bûne diyar kirin ku encamên komxebatê berhemdar in dikevin xizmeta gelê Sûriyê. Her wiha teqez kirin ku hêza gelê Sûriyê di yekrêziya ref û vîna ku DAIŞ`ê tune kir de, misoger e.

Di 3`yê Gulanê de bi dirûşmeya `Êlên Sûriyê civakê û hevpeymana civakî diparêzin` Komxebata Êlên Sûriyê bi sponseriya MSD`ê lidar ket. Di Komxebatê de derdora 5 hezar kesayetên Sûrî ku nûnertiya êl û pêkhateyên tevahiya Sûriyê, amade bûn. Beşdarên komxebatê yekitiya xak û gelê Sûriyê û rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê teqez kirin.

Şêxên êlên ereban ên ku beşdarî komxebatê bûn girîngiya civînê rave kirin û encamên wê bi berhemdar wesifandin.

Her wiha destnîşan kirin ku encamên komxebatê pêwîstiyên şêniyên herêmê yên ku baweriya xwe dan komxebatê tînin cih, parastina xaka Sûriyê ji parçebûnê û sekinandina li hember her êrîşkerekî ku hewl dide nijadperestî di navbera şêniyan de belav bike, armanc dikin.

Şêxê êla El-Emûr a gundewarê Himsê Mihemed El-umer ji ajansa me re axivî û got: "Bi riya civînê nêrîna giştî ji tevahiya cîhanê re xuya bû, ku em gelek xwedî nirx, rêgez û têkiliyên xort in di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de."

Şêx El-Umer amadekarên komxebatê spas kir. El-Umer got: “Amedekarên komxebatê asta mêvanperweriya êlên Sûriyê isbat dike. Mîna vê bûyerê ji salan ve pêk nehatiye. Daxwazên civaka Sûrî hene û ji ber ku êl dengê wan in. Divê daxwazên wan werin ragihandin. Gelê Sûriyê avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê girtî, dixwazin.”

Di dawiyê de şêxê êla El-Umer Mihemed El-Umer got: "Em dê hewl bidin têgeha ewlehiyê di navbera şêniyên êla xwe de bidin rûniştandin. Bi yekrêzî li rex hêzên xwe yên ku herêmên me ji terorê rizgar kirine bisekinin."

Şêxê êla El-Ciabat Telal Hîlal El-Sîbat jî got: "Komxebata Êlên Sûriyê projeya yekîtiya gel, yekbûna xaka Sûriyê û girêdana wan bi rêgezên xwe ve ye. Bi riya wê projeyê daxwaz û mafên tevahiya çînên Sûriyê ber bi Neteweya Demokratîk ve misoger dibin."

El-Sîbat diyar kir ku ew dê bang li şênî û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin ku di bin ala QSD`ê  de ala azadî û aştiyê xwe bikin yek û wiha got: “Keda şehîdên ku bi saya wan ewlehî serwer e ji bîr nekin. Em li hember dewleta Tirk a dagirker dê bibin kelhek asê. Dewleta Tirk dem demê binpêkirinên dermirovî li ser gelê herêmê pêk tîne. Bi  taybet bi lêkirina dîwarê parçebûnê. Tirkiye bi wê kirinê parçebûna Sûriyê armanc dike. Efrîn beşek nayê parçekirin ji yekitiya xaka Sûriyê ye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din