Şêxên êlên Kurd: Desthilatdar rêberekî ku banga aştiyê dike, napejirînin

 Rûspiyên êlên Kurd ên kantona Kobanê gotin: “Dewletên desthilatdar  Rêber Abdullah Ocalan girtin û dan dewleta Tirk, ew jî tecrîdek girankirî lê ferz dikin. Ji ber ku fikrê wî yê demokratîk ê ku banga  aştî û wekheviyê dike, napejirînin.”

Dewleta Tirk ji 2011’an ve tecrîdek giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Hevdîtinên malbat û parêzeran lê qedexe dike. Dewleta Tirk bi vê yekê qanûn û hevpeymanên navneteweyî bin pê dike.

Girêdayî mijarê rûspiyê êla Bîcan û endamê Komîteya Lihevanînê ya herêma Firatê Şikrî Hisên got: "Dewletên desthilatdar rêberek ku banga demokrasiyê, azadî û jiyana aştiyane dike, napejirînin. Ji ber wê jî bi her rêbazî hewl didin fikrê wî yê azad tune bikin."

Hisên wiha domand: “Dewleta Tirk bi rêya ferzkirina tecrîdê hewl dide dengê heqiyê qut bike û fikrê ku banga çareseriya aştiyane ji dozên herêmê û Rojhilata Navîn re dike, biçewsîne.”

Rûspiyê êla Kîtkan û endamê Komîteya Lihevanînê ya herêma Firatê Izet Mistefa Oskolî jî wiha axivî: "Fikrê Rêber Ocalan mafên tevahiya pêkhateyan misoger dike, dipejrîne û ji herkesî re rêzdar e. Her wiha nijadperestiyê û zordestiyê red dike. Siyaset û tecrîda li ser Ocalan tê meşandin, bi erêkirina tevahî dewletên rojavayî tê meşandin. Ew hewl didin bi tevahiya rêbazan fikrê exlaqî û mirovî yê ku dikeve berjewendiya gelê herêmê, bihelînin.”

Di dawiyê de Oskolî got: “Ji bo komploya di kesayeta Ocalan de doza gelê Kurd dike armanc têkbiçe, pêwîstî bi yekîtiya partiyên Kurd heye.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din