Şêxên Reqa: Efrîn beşek ji xaka Sûriyê ye, wê dagirkerî dom neke

Şêx û rûspiyên bajarê Reqayê piştgiriya xwe bi şêniyên Efrînê anîn ziman û gotin, Efrîn xaka aştiyê û ewlehiyê ye û ew nahilin ku dagirkerî bidome.

REQA

Bi dehan şêx û rûspiyên bajarê Reqa bi boneya salvegera yekemîn a êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê bi dirûşmeya 'Êrîşên Tirkiyê dê bi vîna gelê Efrînê bişkin', meşek orgenîze kir. Meş ji gundewarê bakur ê bajarê Reqayê destpê kir.

Şêx êla El-Berîc Mihemed Nûr El-Zîb dagirkirina Tirkiyê ji bajarê Efrînê re û gefên wê li dijî Bakurê Sûriyê şermezar kir û got "Em li vir kom bûne da ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û gefên wê li ser Bakurê Sûriyê şermezar bikin û yekitiya xaka Sûriyê teqez bikin. Em li dijî rakirina alên biyanî li ser xaka Sûriyê ne, dema hatiye ku Efrîn rizgar bibe."

El-Zîb diyar kir ku dîroka dewleta Tik a dagirker tijî komkujî ye, ev tişt jî li bajarê Efrînê diyar bû. Çeteyan bi zanabûn tirs û xof berdan dilê şêniyan û binesaziya Efrînê wêran kir.

Mihemednûr El-Zîb behsa herêma tampon kir û destnîşan kir ku mirov nikare bi dewleta Tirk a dagirker bawer be. El-Zîb bang li Meclisa Ewlehiya Navdewletî kir ku yekser mudexele bike.

Ji aliyê xwe ve şêx El-Efdalê Hezal El-Iz destnîşan kir ku ew bi armanca şermezarkirina destwerdana Tirkiyê li Sûriyê tev li meşê bûye. Her wiha teaez kir ku divê Efrîn ji dagirkeriya Tirk rizgar bibe.

Şêx Hezal El-Iz wiha domand: "Wek şêx êlên bajarê Reqayê em dest ji xwîna şehîdên xwe bernadin. Em soz didin ku em ê li hember dagirkeriya Tirk li berxwe bidin da ku wî ji tevahiya erdnîgariya Sûriyê derbixin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din