Tê payîn Fransa zarokên terorîstan ên sêwî wergire

AFP`ê li ser zimanê wezîra parastinê ya Fransayê Florence Barley got tê payîn ku Fransa zarokên terorîstên fransî yên sêwî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de wergire.

Li ser pirsa televizyona BFM û radyoya Monte Carlo yên fransî, têkildarî vegerandina zarokên din, Barley wiha got: “Ev tê payîn ku pêk were.”

Barley wiha dewam kir: “Em hewldanên xwe dikin da ku sêwiyan vegerînin.”

Fransa welatiyên xwe yên jin û mêr ku tev li DAIŞ`ê bûne û li gel QSD`ê girtî ne, red dike ku wergire, ji bilî zarokên sêwî.

Wezîra parastinê ya Fransayê wiha lê zêde kir: “Destpêkê divê em teqez bikin ku ev zarok sêwî ne. Her wiha malbatên terorîstan jî li baregehên QSD`ê girtî ne.”

(kc)


Mijarên Din