Li gorî Tora El Arebiyê, saziyên ewlehiyê yên Iraqê ji bo pêşî li xwepêşandanên ku tê payîn îro alîgirên Şepêla Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê li dar bixin, hin rêyên ketina herêma Kesk girtin.
Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr li ser hesabê xe yê Twitterê peyamek ji bo xwepêşandêrên Çarçoveya Hemahengî belav kir û tê de got: “Em û alîgirên Çarçoveya Hemahengiyê di aliyê krîza heyî li welat de ferqa me nîn e. Lê pirsgirêka me bi serokatiyan re heye. Bila xwepêşandana we ji bo serketina reformê be, ne ji bo rûmeta dewletê û hikumeta ku ji Iraqê re sûd bû be. Ma hûn rûmet, azadî, ewlehî, nanê jiyan û reformê naxwazin, weke ku em daxwaz dikin?”
Sedr di dewama peyama xwe de daxwaz ji alîgirên Çarçoveya Hemahengiyê kir ku xwepêşandana xwe bi awayekî aştiyane bikin û got: “Heger biryar e ku heman demê xwepêşandanên reformê de xwepêşandan bikin, bila xwepêşandana we aştiyane be û ewlehiya civakî biparêze. Ji ber Iraq ji hemû, nav û nasnavan mezintir e. Em destê hevaltiyê ji girseyên Çarçoveya Hemahengî re dirêj dikin, ne ji rêberan re.”
Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîeyan jî duh li hemberî Tevgera Sedr bang li alîgirên xwe kir da ku di saeta 17:00’an de li herêma Meydana Fîrdews ya Bexdayê kom bibin.
Ev du hefte ne alîgirên Sedr li pêş avahiya parlamantoyê xwepşandanê dikin û daxwaza jihevxistina parlamantoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext dikin.