Tabloyên ji rastiya şerê Sûriyê bi rîşeya hunermendan

Komxebata duyemîn a Rojava ya hunera şêwekariyê derbasî roja 5`an bû. Hunermendên beşdarî çalakiyên wê bûn, derdora 40 tabloyên hunerî li yek ji holên bajarê Kobanê xêz kirin.

Li komxebatê hunermendên şêwekariyê ji herêmên cuda ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn, êş û deryayên hêviyê di tabloyên ku bi rîşên kesên ku ew rastî li ser erdê jiyane, neqişandin. Hunermendan demên koçberiyê di şeran de dîtin, her wiha bûn şahidên komkujiyên ku li bajarên wan pêk hatin, beşdarî Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê bûn û ew bûyer bi rêya tabloyên xwe diyar kirin.

Bi dirûşma "Îradeya xaka zeytûnê ji terora we mezintir e" û bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, 24 hunermendan di werşeya karê sempozyumê de di 10`ê Gulanê de li Hola Newroz a bajarê Kobanê dest pê kir.

Ji têkoşera greva birçîbûnê Leyla Guven, heta şîdeta li dijî jinan, heta komkujiyên Efrînê û kiryarên artêşa Tirk a dagirker li herêma dagirker, hunermendan ew mijar bi rêya tabloyên xwe nîşan dan, her wiha di tabloyên xwe de mizgîniya serkeftinê û bidawîbûna êşa gelê Sûriyê û taybet a gelê Kurd nîşan dan.

Li kêleka wênesazan, şêwekar û peykersazên nehit û hesinên ji bermahiyên şer beşdar dibin, Rîşan Yûsif ji Amûdê şêweya heba zeytûnê li ser kevirekî 150 kg neqiş dike, her wiha Nişet Emê ji bajarê Kobanê piştî ku hesinên ji bermahiyên şer kom dike û şêweyekê mîna laşê mirovan çê dike û li ser pişta wî bar giraniyek heye, wê yekê nîşana rewşa jiyanî ya gel belengazan nîşan dide.

Hunermendê koçber ji kantona Efrînê Eslan Memo dara zeytûnê û li ser çiqilên wê kesên ku li dijî zaqan liber xwe didin, Memo dixwaze nameya rûdanên ku gelê Efrînê ji êrîşa Tirkiyê li ser kantonê nîşan bide û girêdana gelê wê bi xaka xwe ya ku bi çandiniya zeytûnê tê naskirin.

Di komxebata duyemîn a hunera şêwekariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku yek ji gavên girîng di aliyê zindîkirina huner û çandê de ye, li herêmê ku bi salan rastî helandin û qirkirinê dihat û şer û rûxandina beriya çend salan ji ser xwe avêt.

Hunermendekî din ji Efrînê Mihemed Çawîş bi rêya tabloyên xwe ku kela Nebî Horî li Efrînê neqişandibû, yek ji herêmên kevn e ku ji aliyê artêşa dagirker û çeteyan ve hate talankirin, hêviya vegera kelehê nîşan da.

(jo)

ANHA


Mijarên Din