Tabloyên Îliya hûrgiliyên hêvî û azarê bi hev re eşkere dikin

Ji odeya xwe ya biҫûk, wênesaz Semîr Îliya bi rêya tabloyên xwe, rastî û azarên herêma xwe bi hev re nîşan dide.

Îliya li pêş tabloya xwe ya ku hin taybetmendiyên wê diyar kirine, disekine û bi baldarî nêz dibe, da ku piştre di saetên rojê de ku di navbera karê li nava zeviyê û li ser tabloyê belav kirine, de  tabloya xwe ya ku nêzî 50 saetî dem biriye, çêdike.

Îliya hemû tabloyên xwe li odeya biҫûk a li gundê Kanî Mutrib ê gundewarê Dêrikê kom dike, her wiha piranî demê xwe li wê odeyê derbas dike.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/04/01/084259_2021-03-28-drk-nigarkes-semir-1-.jpg

Îliya ji fikirên xwe tabloyan nexşe dike. Tabloyên Îliya xwe dispêrin rengê xwezaya bedew, li gel wê jî di tabloyan de azarên şêniyên herêmê yên pê re jiyan dike, ji xizan, nexweşî û şewatan jî hene.  

Behreya wênexêziya Îliya xwe dispêre kesayet, bîrewarî û azarên wî. Her wiha bîranînên xwe di tabloyên xwe de bi kar tîne û bi firçeya xwe azarên herêmê; ji şewat, nexweşî, şer, koçberî, bihabûn, azarên şêniyên Hesekê yên qutbûna avê, xêz dike.

Îliya hewl dide bi rêya tabloyên xwe pirsgirêk, astengiyên civakê, teknelojî, pandemiya vrusa Koronayê çareser bike.

Zêdetirî 100 tabloyên cihêreng, ji rengên av, zeyt û ikirlîk di odeya biçûk de hene. Îliya bi rengên avê dest pê kir, piştre ikirlîk û li dawiyê jî zeytî.

Semîr Îliya wiha got: "Min di 10 saliya xwe de dest bi wênexêziyê kir û piştî ku malbat û dostan ez teşwîq kirim, behreya min a wênexêziyê bi pêş ket."

Îliya diyar kir ku ew gelek astengiyan di peydakirina rengên pêwîst û cawên baş de dibîne. Her wiha kunên li cawan mezin in, ji bo wê neçar dimîne ku gelek caran bi bûyaxê wan tijî bike. Lê belê li gorî derfetan hinekî xebat baş e.

Der barê sedema mayîna tabloyên Îliya di odeyê de,  Îliya wiha pê de çû: "Girîngiya hunerê li herêmê tune ye û ji ber ku tu kes girîngiyê nade vê behreyê, min tabloyên xwe di odeyê de hiştine."

Îliya wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji lew re ez ji her projeyekê re amade me û di her kêliyekê de dibe ku ez tabloyên xwe veguhêzin û pêşkêş bikim. Her  wiha 3 tabloyên min di kovara Qeyser a Urdinê de hatin pêşandan."

(dm)

ANHA


Mijarên Din