‘Tabloyên min jiyana jinên Reqayê parve dikin’

Şêwekar Emel Etar di encama binpêkirinên DAIŞ`ê de neçar dimîne ji bajarê xwe derkeve û tabloyên xwe bi xwe re derxe. Piştî rizgarkirinê vedigere û wek endameke çalak di Navenda Çandê ya Reqayê de kar dike.

Şêwekara ji bajarê Reqayê Emel Etar li ber destê mamosteyên Navenda Çandê ya Reqayê fêrî wênesaziyê dibe. Di yekemîn berhemên xwe de behsa jiyana jinên Reqayê dike û wiha li ser hezkirina huner û wênesaziyê mezin dibe.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir dikin, Emel dest ji hunera xwe bernade û bi hejmareke hunermendan re di dikaneke nêzî Parka El-Reşîd de dixebite.

Rojekê çete êrîşî dikana Emel û hevalên wê dikin, wan digirin, tabloyên wan dişikînin û wê bi zorê derbasî dewreya bi navê "Tobe" dikin.

Ji ber tirsa malbatê li ser jiyana Emel ji cezaya qesasê, Emel tevî malbata xwe penaberî Beyrûtê dibin û 4 salan li wir dimînin û mîna şêniyên Sûriyê êş û azarên xurbetî û penaberiyê dikişînin.

Emel nikarî behreya xwe li Beyrûtê temam bike. Ji ber şert û mercên dijwar, Emel neçar dimîne ku tabloyan xêz bike û bifiroşe da ku debara xwe peyda bike. Tevî azarên penaberiyê Emel tarîtiya ku li ser bajarê Reqayê hate ferzkirin, ji bîr nekir. Ji ber wê di tabloyên xwe de jiyana jinên Reqayê şîrove dikir.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji hêla QSD`ê ve, Emel vedigere Reqayê û careke din dest bi hunera xwe dike. Girêdayî mijarê Emel wiha got: "Çeteyan ez ji hunera xwe ya ku li ser hezkirina wê mezin bûme, mehrûm kirim. Min gelek caran hewl da li Lubnanê tabloyan xêz bikim, lê min nikarî ji ber ku jinên bajarê min di nav tarîtiya DAIŞ`ê de ne."

Emel bal kişand ser ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, vegerî û dest bi kar di nav Komîteya Çandî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê de kar kir û rolek di vekirina Navenda Çandê ya Reqayê de lîst.

Emel dibêje: "Tabloyên min rewşa jinên Reqayê di dema tarîtiya DAIŞ`ê de û piştî rizgarkirina wan ji hêla QSD`ê ve vedibêjin."

(şx)

ANHA 


Mijarên Din