Tabûrek Pêşmergeyan tevlî YBŞ’ê bû

Tabûrek (Sirya) Pêşmergeyên ji Fermandariya Pêşmergeyan a Şengalê, tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû. Di nava tabûrê de fermandar Îsmaîl Nemir jî heye.

Di 5’emîn salvegera fermana Şengalê ku 3’yê Tebaxa sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hatibû de, Tabûrek Pêşmergeyan tevlî refên YBŞ’ê bû.

Li gorî Rojnewsê Tabûra ku tevlî YBŞ’ê bû, girêdayî Fermandariya Pêşmergeyan a Şengalê ya girêdayî PDK’ê ye û piştî rizgarkirina Şengalê, heta ku navçe di 18’ê Cotmeha sala 2017’an de ket bin kontrola Heşdî Şehbî, li herêmê mabû.

Di nava pêşmergeyên ku tevlî YBŞ’ê bûne de fermandarê tabûrê Îsmaîl Nemir jî heye.

Îsmaîl Nemir, têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî .

Nemir, da zanîn ku ji dema fermanê ve di nava PDK’ê de mafê wan dihat xwarin, lewre wan jî biryar daye ku beşdarî nava refên YBŞ’ê bibin.


Mijarên Din