Talankirina li Efrînê berdewam e

Çeteyên El-Emşat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Şiyê girtin ser kargeheke zeytûnan û tenekeyên zeytê dizîn. Her wiha 50 tenekeyên zeyta zeytûnan ên welatiyekî ji gundê Xelîl, dizîn.

Di çarçoveya kiriyar û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, çeteyên El-Emşat girtin ser kargeheke guvaştina zeytûnan a zarokên welatiyê bi navê Heyder Umer Çawîş û hemû tenekeyên zeytê dizîn.

Çavkaniyan ji navçeya Şiyê ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên El-Emşat îro girtin ser kargeha guvaştina zeytûnan a zarokên welatiyê bi navê Heyder Umer Çawîş a li gundê Kanê yê navçeya Şiyê û bi tewana ku şêniyan pere nedane wan, 500 tenekeyên zeytê, dizîn.

Çavkaniyekî din jî ji gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê destnîşan kir ku çeteyên El-Emşat girtin ser mala welatiyê bi navê Xelîl Xelo û 50 tenekeyên zeytê, dizîn.

Çavkanî tekez kir ku çeteyên El-Emşat beriya çend heftiyen pere ji welatiyê bi navê Xelîl Xelo, standibûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din