Talîban: DYA dê poşman bibe

Tevgera Talîban gef li DYA’yê xwar û got li pêşiya wan du rê hene; yan diyalog an jî şer. Her wiha tekez kir ku DYA dê ji bo rawestendina diyalogên pê re poşman bibe.

Tevgera Talîban îro ragihand ku ew ê li dijî hêzên DYA’yê li Afganistanê şerê xwe berdewam bikin. Piştî ku serokê DYA’yê Donald Trump diyalogên bi Talîbanê re wek mirî diyar kir.

Berdevkê Talîban Zebîhallah Mucahid ji AFP’ê re wiha got: "Du rêyên me hene ku em dagirkirina li Afganistanê bi dawî bikin. Yek ji wan cîhad û şer, a din jî diyalog û lihevkirin e."

Her wiha Mucahid got heger Trump diyalogan rawestîne dê dest bi rêya xwe ya yekemîn bikin û dê DYA poşman bibe.

Daxuyaniya Talîbanê piştî çend saetan ku Trump li pêşiya rojnamevanan diyar kir ku DYA piştî nêzî salekê ji diyalogên ku ber bi vekişandina DYA’yê ji Afganistanê ve diçûn û piştî 18 salan ji şer, pêk hat.  

(bx)


Mijarên Din