Talîbanê êrîşî herêmeke rojavayê Afganistanê kir

Bi sedan endamên tevgera Talîban êrîşî herêmekê li herêma Badges a rojavayê Afganistanê kir û piştî şerekî giran bi hêzên hikumetê re, bi dehan kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Ajansa Ruetersê ragihand ku bi sedan endamên tevgera Talîbanê êrîşî nuqteyeke li herêma  Badges a rojavayê Afganistanê kir û şerekî dijwar di navbera wan û hêzên hikumeta Afganistanê de deket û bi dehan kuştî û birîndar ji her du aliyan çêbûn.

Hakimê herêma Waris Şizad Balmrgab got tevgera Talîban 36 endamên hêzên hikumetê kuştin û serwerî li gelek nuqteyên kontrolê kir û diyar kir ku şer heta niha didome.

Berdevkê hakimê herêma Badges Cemşîd Şehabî jî got zêdetirî 30 endamên Talîbanê hatin kuştin.

Her wiha berdevkê Talîbanê Qarî Yûsif got tevgerê ji 4 aliyan ve êrîş kir û li 5 nuqteyên kontrolê serweriya xwe pêk anî.

Hikumeta Afganistanê diyar kir ku hêzên wan bi awayekî taktîkî ji nuqteyên kontrolê vekişîn, ji bo ku kuştî di nava refên sivîlan de pêk neyên. Her wiha diyar kir ku wan bang li hêzên esmanî kir da ku cihên Talîbanê topbaran bikin.

(jo)


Mijarên Din