Talet Yûnis: Gel bi hev re ji bo parastina çandiniyê xebitî

Talet Yûnis diyar kir ku gelê herêmê ji bo parastina ewlehiya çandiniyê hev girt û got "Me nimûneyeke demokratîk bi yekkirina tevahî şêniyên herêmê ava kir, bi vê jî nimûneya rastîn a Sûriya demokratîk hat avakirin, me ji rêgeza xweparastinê bingeha parastina xak û gel pêk anî."

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê şahiya xelatkirina endamên Hêzên Parastina Civakî û Jin (HPC û HPC-Jin) li hola Sêran a rojhilatê Qamişlo der barê rola wan a parastina berhemên çandiniyê ji şewatan de, li dar xist.

Di şahiya xelatkirinê de bi sedan endamên HPC’ê, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Talet Yûnis û nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Talet Yûnis di şahiyê de keda ku HPC’ê tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelên herêmê ji bo parastina mewsima çandiniyê de dane, pîroz kir û wiha got: "Bi belavbûna we li tevahî bajar û gundan piştevaniya parsatina xak û mewsima çandiniyê kir."

Talet Yûnis anî ziman ku hin aliyên dijber hene ku hewl didin destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ewlehî û aramiya heyî têk bibin û wiha domand: "Vîna civakî ya ku bi rêya hevgirtina tevahî pêkhateyên pêk hatiye, têrê dike ku li hember tevahî hewldanên dijber bin."

Yûnis wiha da zanîn: " Me nimûneyeke demokratîk bi yekkirina tevahî şêniyên herêmê ava kir, bi vê jî nimûneya rastîn a Sûriya demokratîk hat avakirin, her wiha me ji rêgeza xweparastinê bingeha parastina xak û gel pêk anî."

Ji aliyekî din ve jî cîgirê hevserokatiya Desteya Aborî Mehmûd Mihemed got ku aborî bingeha sereke ya civakê pêk tîne, bi rêya aloziya aborî ku Sûriyê tê re derbas dibe, dewleta Tirk a dagirker zeviyên çandiniyê şewitandin ku zirareke mezin bibîne.

Mehmûd destnîşan kir ku bi yekitî û hevgirtina şêniyan bi saziyên Rêveberiya Xweser re li hember bêserûberiyê hewldanên Tirkiyê di dizîna xêr û bêrên herêmê de bi bin xistin, her wiha Mehmûd spasiya kedên HPC’ê di parastina destkeftiyên şêniyan de kir.

‘ME RASTIYA GELÊN ŞOREŞGER SEPAND’

Endama Desteya Serokatiya PYD’yê Foza Yûsiv got ku HPC’ê piştevanî di parastina zeviyan de kir û wiha axivî: "Bi kedên wê rêjeya ziraran a îsal li gorî sala çûyî kêmtir bû, bi vê pêngavê me rastiya gelên şoreşger sepand."

Foze Yûsiv bal kişand ser ku pêwîst e tevahî çînên civakê bibin yek û wiha domand: "Divê li hember tevahî êrişên ku civaka me ya ku ji bo azadiyê tê dikoşe, hevgirtî bin."

Di dawiya şahiya xelatkirinê de Rêveberiya Xweser xelatên pîrozbahiyê pêşkêşî rêveberên HPC’ê kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din