Îtalya bi hejmara haletên wefatê ji ber Koronayê Çîn derbas kir

Piştî li Çînê bi sed hezaran kes bi vîrûsa Korona ketin, Îtalya êdî bûye dewleta herî zêde zirar ji vîrûsê dîtiye. Îtalya bi hejmara wefatê ji ber vîrûsê Çîn derbas kir.

Ajansa nûçeyan a Fransa, ragihand ku hejmara haletên wefatê li Îtalya ji ber vîrûsa Korona gihaştiye 3 hezar û 405 kesan. Bi vê yekê Çîn derbas kir.

Hejmara haletên wefatê li Çînê heya êvara Pêncşemê gihaşt 3 hezar û 249. Piraniya wê di mehên destpêkê de yên belavbûna vîrûsê li bajarê Wûhan çêbûn.

Her wiha ajansê ragihand ku hejmara vegirtina vîrûsa Korona li Ewropayê 100 hezar halet derbas kiriye.

Piştî belavbûna vîrûsê li Lombardy li bakurê Îtalya, li tevahiya welêt belav bû û derbasî Spanya û Fransa bû. ji ber wê li Îtalya bi temamî hatiye girtin.

Berpirsên wezareta tenduristiyê ya îtalya îro got di 24 saetên dawîn de hejmara haletên wefatê ji ber vîrûsa Korona gihaşt 427 qurbaniyan.

Bi vê yekê Îtalya niha bûye navenda belavbûna vîrûsê ya sereke.

(şx)


Mijarên Din