Tankên hikumeta Wîfaqê ku hewl didan ber bi Sirteyê ve biçin, hatin rûxandin

Çapemeniya şer a Lîbyayê îro daxuyand ku balafirên şer ên hêzên çekdar ên Lîbyayê 3 tankên girêdayî hikumeta Wîfaqê ya girêdayî dewleta Tirk ku hewl didan ber bi Sirteyê ve biçin, rûxandin.

Çavkaniyên çapemeniyê bi bîr xist ku tankên ku hewl didan ber bi rojavayê Sirteyê ve biçin, bi derbeyên asîmanî yên Lîbyayê hatin rûxandin.

Di hefteyên borî de tevgera çeteyên ku ber Sirteyê ve hatine veguhastin ku Misirê bi "xeta sor" bi nav kiriye, hatin şopandin. Di heman demê de artêşa Lîbyayê dewriyeyên xwe li hember bi rê ve birin.

Li gorî Reutersê, hikumeta Fayiz El-Sîrac a bi piştevaniya çeteyên ku dewleta Tirk ji Sûriyê veguhastine, hêzên xwe ber bi Sirteyê ve birin.

 (fr)


Mijarên Din