Taştekin: Tirkiye li hemberî statûya Rojava di elermê de ye

Rojnameger Fehim Taştekin diyar kir ku Tirkiye di gelek waran de li hemberî Kurdan piştgirî daye DAIŞ’ê û wiha got: “Modela ku Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş xistiye ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrîşê hatiye. Tirkiye li hemberî statûya Kurdan a li Rojava di elermê de ye.”

Li navçeya Amûdê ya girêdayî Qamişlo, Navenda Lêkolîn a Staratejiya Rojava (NRLS), ku li ser mijara DAIŞ’ê komxebatek navneteweyî organize kiribû, di roja xwe ya sêyemin de berdewam dike. Ji 15 welatên ku bi sedan kesên navdar tevlî komxebatê bûne. Encamên bandora ku terora DAIŞ’ê daye avakirin bi her awayî wê digrin dest.

Rojnameger Fehîm Taştekîn ê ku beşdarî komxebatê bû ji ajansa me re axivî. Fehim Taştekin diyar kir ku ji bo hebûna DAIŞ û komên çete yên wekî wê bên bidawikirin divê hêzên navneteweyî bi awayekî ciddî nêz bibin. Taştekin got: “Heke dadgehek navneteweyî bê avakirin dê hemû têkiliyên dewletên din ên ku bi DAIŞ’ê re derxe holê. Ji ber wê jî li hemberî dadgehek wiha bi awayekî erênî nêz nabin.”

Taştekin da zanîn ku li cihekî ku DAIŞ lê hatiye têkbirin organizekirina komxebatek bi vî awayî gelekî giringe û wiha pê de çû: “Têkoşînek ku hatiye meşandin nirxanina wî ya di qada navneteweyî de gelek bi qîmete.”

 ‘Cidîyeta navneteweyî girîng e’

Taştekîn destnîşan kir ku pirsgirêka DAIŞ’ê bi dawî nebûye û wiha axivî: “Divê hêzên navnetewî cidî nêzî çareseriya pirsgirêkê bibin. Pirsgirêka DAIŞ’ê xilas nebûye. Bi awayekî cuda li erdnîgariyên ku belav bûye xeternake. Di vê mijarê de cîdiyeta hêzên navneteweyî girîng e. Ne tenê têkoşîna leşkerî, di heman demê de nêzîkatiya dewletan jî girîng e.”

‘Tirkiye li hemberî statûya ku Kurdan li Rojava bi dest xistiye di elermê de ye’

Taştekîn destnîşan kir ku DAIŞ di 2014’da nehatiye avakirin û dîroka avakirina wê heye. Taştekîn got: “Turkiyê li hemberî Kurdan di gelek waran de piştgirî da DAIŞ’ê. Modela ku Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kiriye ji nêz ve Tirkiyê eleqeder dike. Li Rojava û Bakûrê Suriyeyê Tirkiye li hemberî statûya ku Kurdan ava kiriye di elermê  de ye. Ji bo ev proje bê têkbirin di siyaseta Tirkiyê ya di Sûriyê de mijara sereke ye.”

Fehim Taştekin anî ziman ku Tirkiye li hemberî modela Xweseriya Demokratîk ya ku qada têkoşînê ji xwe re vekiriye, ye. Taştekîn wiha got: “Tirkiye ji Cerablusê heta Babê dibêje “min paqij kiriye”. Xwest li herêma Şehbayê pêşiya avakirina Xwesariya Demokratîk ku hatiye avakirin, bigire. Li ser vê yekê di qada navneteweyî de zextek ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê li ser hat ferzkirin.”

Taştekîn di mijara ku Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê de ji bo pêkûtiyên li hemberî civaka navnetewî bêbandor bike, wiha got: “Tirkiyê heta niha ji bo DAİŞ’ê digot ‘Tu xizmeta berjewendiyê min dikî, lê niha jî dibêje vaye ez hatim û dixwaze DAIŞ derkeve û herêman dagir dike. Berê xwe dide civaka navneteweyî û dibêje ez li hemberî DAIŞ’ê aktorekim ku têkoşînê dikim. Tirkiye ji bo pêkûtiyên li hemberî xwe bêbandor bike wiha tevdigere.”

 ‘Ew û DAIŞ xwedî heman îdeolojiyê ne’

Taştekin balkişand ser çeteyên ku Tirkiye destekê dide wan û talûkeya wan a li dijî herêmê û wiha berdewam kir: “Hin çete hene ku xwedî bîrdoziya DAIŞ’ê ne, lê ew makûl tên dîtin. Ev çete niha Lİ Efrîn, Eza, Idlîb, Bab û Cerablûsê ne. Tirkiye bi desteka van çeteyan lîstika xwe ya li Sûriyê dilîze. Ya herî xirab jî ew e ku hevparên wê yên Navnetewî baweriya xwe pê tînin û piştgiriyê didin stratejiya wî. Ev yek dirûtiye. Heyet Tehrîr El-Şam berdewama El-Nusra ye. El-Nusra jî şax û milê DAIŞ’ê yê li Sûrî ye. DAIŞ bi awayekî taktikî ji wan veqetiya. Versiyonek DAIŞ’ê piştgiriya xurt werdigire û hê jî Koalîsyona Navneteweyî vê yekê tolere dike. Xeteriyên dîmenî (boyut) hene.”

‘Li Tirkiyê yên piştgiriyê didin çeteyan zêde dibin’

Taştekîn diyar kir, çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ne ji bo Sûrî tene, di heman demê de ji bo Tirkiye jî gelek xeterin û wiha domand: “Heta ku ev çete li Efrîn, Idlîb, Bab, Ezaz û Cerablûsê bin li Tirkiyê jî rewş aram nabe. Her wiha li Sûrî jî dê aştî neyê sazkirin. Ev rêxistin bûne amûrê bikaranînê. Bîrdoziya van rêxistinan ji bo herêmê gelek xeter e. Ger şerê cîhadîstan bi dawî bibe jî dê di nava civaka me de bi awayekî hucreyan bijîn û hebûna xwe dewam bikin. Ev veguherîn destpêkir. Ev rêxistin li ser sînorê Tirkiyê xwe ava dikin. Komên ku ji van rêxistinan hezdikin jî zêde dibin. Ev veguherîn gelek bi xeter e.”

 ‘Hin dewlet, ji tiştên ku dê li Dadgeha Navnetewî bên gotin ditirsin’

Taştekîn diyar kir ku bi avakirina dadgeha navnetewî ya li Bakûr û Rojhilatê Sûrî, di heman demê de naskirina statû ya herêmê ye. Taştekîn derbarê welatên Ewropa û hemwelatiyên wan ên çeteyên DAIŞ’ê ne agahiyên balkêş parve kir û wiha got: “Dadgeha Navnetewî ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrî bê avakirin dê ev yek bi naskirina statûya herêmê encam bibe. Hin welatên Ewropa reva ji vê pirsgirêkê wekî çareserî dibînin. Ji hemû welatan çeteyên ku dinava DAIŞ’ê de hebûn. Bi wan welatan re fikrê ku ‘Bila ev kes biçin Sûrî Esad tune bikin û careke din venegerin’ hebû. Vegera van kesan ji bo welatan  gelek bi pirsgirêke. Ev welat, piştgiriyê didin avakirina Dadgeha Navnetewî lê naxwazin çete vegerin û bi vî awayî dixwazin ji vê pirsgirê xilas bibin. Ev yek dirûtiye.”

Taştekîn derengmayîna avakirina dadgeha navneteweyî jî bi vî awayî vegot: “Dibe ku li Dadgehê, DAIŞ çawa hat avakirin û gelek agahiyên din derkevin holê. Daxwazên wekî ku bila pirsgirêka DAIŞ’ê neyê Ewropa, li Bakûr û Rojhilatê Sûrî bê hepskirin û bê jibîrkirin hene. Gelek dewlet ji gotinên ku dê çeteyên DAIŞ’ê li dadgehê bînin ziman ditirsin."

ANHA


Mijarên Din