‘Tecrîd didome û çalakiya greva birçîbûnê jî didome’

Şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û berxwedana greva birçîbûnê jî didome û diyar kir ku gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz dê ji bo azadkirina fizîkî ya Ocalan tê bikoşin.

Çalakiya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven derbasî roja 181’an bû û bi sedan girtiyên di zindanên Tirkiyê de greva birçîbûnê dewam dikin û daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê da zanîn ku berxwedana Leyla Guven berxwedana jinên azad e ku zilm û bindestiyê qebûl nake.

Şêniya bi navê Muntehe Xelîl da zanîn ku têkoşîna Leyla Guven ku di 8`ê Mijdara 2018`an de dest pê kir, hîna bi hemû israr û girêdana bi daxwazên xwe didome û wiha got: "Berxwedana Leylayê berxwedana jinên azad e."

Muntehe Xelîl da zanîn ku hikumeta Tirkiyê û tevî hemû hemleyên li dijî tecrîdê, lê hîna di kiryarên xwe yên li dijî mafên girtî û siyasiyan de didomîne.

Firca El-Hemadî jineke Ereb ji navçeya Tirbespiyê ye û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwediyê saya mezin li ser jinên Ereb e û wiha got: "Rêber Ocalan banga mafên jinan kir û ji bo azadiya jinan tê koşiya.”

Firca da zanîn ku jinên Ereb li herêmê bi fikr û felsefeya Ocalan bandor bûn û bi wê yekê niha di hemû qadên jiyanê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin. 

Kanî dewletên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan?

Firca El-Hemadî wiha pê de çû: "Kanî dewletên Ewropayê û rêxistinên mafên microvan ji van kiryarên ku hikumeta Tirkiyê der heqê Ocalan û hemû çalakgerên greva birçîbûnê de dikin? Ev kiryar li dijî hevpeymanên navneteweyî ne, rêxistinên peywendîdar li hember gelê Kurd û rêber Ocalan bê deng dimînin.”

Berzan Silo jî ji şêniyên navçeya Tirbespiyê, destnîşan kir ku berxwedana zindanan û hemleya greva birçîbûnê ku ji Leyla Guven û Nasir Yagiz û hemû çalakgerên greva birçîbûnê hîna didome, ji ber ku tecrîd dewam dike. Silo got gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz ji bo rizgarkirina Ocalan ji zindanên hikumeta Tirkiyê tê dikoşin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din